30 bazirganên Herêma Kurdistanê li Çînê mane‎

12-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganekî Herêma Kurdistanê ku niha li Çînê ye, behsa serkeftina wî welatî bi ser vîrûsa koronayê de dike û dibêje, take nehêniya serkeftinê karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin.

Bernameyê Bi Dema Duhokê taybet bû bi tedbîr û çawahiya zalbûna bi ser vîrûsa koronayê,  Nizar Samî Doskî ku bazirganekî Kurd e û niha li Çînê ye, bi rêya Skaype beşdarî bernameyê bû û got: “Sedema serkeftina Çînê bi ser vîrûsa koronayê de karantînekirin û ew bû ku welatî ji mal derneketin, ji destpêka derketina vîrûsê ve em li nav malên xwe man û derneketin.”

Derbarê jiyana wan bazirganên Kurd de ku niha li Çînê ne, Nizar Doskî got: “Hejmareke zêde ya bazirganan çûn û hatina Çînê dikin, lê ji ber wêya ku meha yekê li wî welatî betlane ye, berî derketina vîrûsê piraniya bazirganên Kurd vegeriya bûn, niha nêzîkî 30 bazirgan li vî welatî mane, haya wan ji hev heye û di peywendiyê de ne, tendirûstiya hemûyan baş e û kes ji me bi koronayê neketine.”

Wî bazirganê Kurd amaje bi wê yekê jî da ku ligel derketina vîrûsê, xelkê Çînê gelekî pabendê biryar û rênmayiyan bûn û got: “Em çend rojan carekê tenê pênc deqeyan diçin derve bo kirîna pêdivî û xwarinê, vê jî wiha kiriye ku hejmara kesên pê dikevin di rojekê de daketiye kêmî 25 kesan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst