Hindistan amadekariya hilbijartinên parlamentoyê dike

12-03-2019
RÛDAW
Hilbijartinên parlamentoya Hindistanê bi 7 qonaxan tê kirin û 900 milyon kesan mafê dengdanê hene
Hilbijartinên parlamentoya Hindistanê bi 7 qonaxan tê kirin û 900 milyon kesan mafê dengdanê hene
Nîşan Hindistan Hilbijartin Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hindistan amadekariya hilbijartina herî mezin a parlamentoyê li cîhanê dike. Biryar e di herdu mehên Nîsan û Gulanê, di heft qonaxan de ew hilbijartin bêne lidarxistin.

 

Di vê gera hilbijartinan de, 900 milyon kesan li Hindistanê mafê dengdanê hene, bo hilbijartina 543 parlamenteran. Her xûleke parlamentoya Hindistanê bo 5 salan e.

 

Hindistan ku wek mezintirîn demokrasiyeta cîhanê tê naskirin, amadekariya hilbijartina herî mezin a parlamentoyê li cîhanê dike ku biryar e di herdu mehên Nîsan û Gulanê de bi çend qonaxan bê kirin.

 

Komîsyarê Bilind ê Komîsyona Hilbijartinên Hindistanê Sunil Arora, derbarê hilbijartinê de agahî dan medyayê.

 

Komîsyarê Bilind ê Komîsyona Hilbijartinên Hindistanê, Sunil Arora dibêje: "Qonaxa yekem di 11ê Nîsana 2019an de dibe. Qonaxa duyem 18ê Nîsanê, qonaxa sêyem 23ê Nîsanê û qonaxa çarem 29ê Nîsanê, qonaxa pêncem 6ê meha Gulanê, şeşem 12ê Gulanê û qonaxa heftem jî 19ê meha Gulanê ye, roja 23ê Gulanê jî cudakirina dengan destpê dike."

 

Mafê dengdanê yê nêzîkî 900 milyon kesan heye bo hilbijartina 543 endamên parlamentoyê û her xûleke parlamentoyê 5 salan berdewam dibe.

 

Sunil Arora tekez dike: "Hejmara giştî ya dengderan nêzîkî 900 milyon kes dibe û li gor dengderên sala 2014ê ku 814 milyon dengder bûn, 84.3 milyon dengder zêde bûne."

 

Meydana hevrikiya hilbijartinê di navbera du partiyên sereke de ye, Bhartiya Janata Party (BJP) bi Serokatiya Serokwezîrê niha yê Hindistanê Narendra Modi ku xwediyê 282 kursiyên parlamentoyê ye û Kongreya Niştimanî ya Hindistanê bi Serokatiya Rahul Gandhi ku 44 kursiyên wê yên parlamentoyê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst