Çîn: Em li dijî koçberkirina bi darê zorê ya gelê Xezeyê ne

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Çîn Amerîka Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guo Jiakun ragihand, “Çîn bi tundî piştgiriya mafên rewa û neteweyî yên gelê Filistînê dike û li dijî koçberkirina bi darê zorê ya gelê Xezeyê ye."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re got:

“Xeze ya Filistîniyan e û beşeke jênebir ji axa Filistînê ye.

Em bawer dikin ku birêvebiriya Filistînê ya ji aliyê Filistîniyan ve bingeheke girîng e û divê di birêvebiriya piştî şerê Xezeyê de were pêkanîn.

Çîn bi tundî piştgiriya mafên rewa û neteweyî yên gelê Filistînê dike û li dijî koçberkirina bi darê zorê ya gelê Xezeyê ye.”

Donald Trump çend caran ragihandiye ku ew dixwaze xelkê Xezeyê ji bo "avakirinê" Xezeyê vala bike.

Wî pêşniyar kiriye ku xelkê Xezeyê derbasî Misir û Urdinê bibe.

“Pêwîst e civaka navneteweyî roleke avakar bilîze”

Guo Jiakun bal kişand ser rola civaka navneteweyî û wiha axivî:

"Di rewşa heyî de pêwîst e civaka navneteweyî bi taybetî jî welatên mezin di pêkanîna agirbesta Xezeyê û bipêşxistina alîkariyên mirovî û avakirinê de roleke avakar bilîzin."

Divê were gotin ku li Xezeyê zêdetirî 2 milyon kesan dijîn.

Destpêkê rayedarên Urdin û Misirê pêşniyara Trump red kir lê pêşniyar ji aliyê Îsraîlê ve bi dilexweşî hat pêşwazîkirin.

Trump ji sedî 25 bac danîbû ser kel û pelên ku ji derve diçin Amerîkayê.

“Ti serkeftiyên Şerê bazirganî û gumrikê nînin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê têgeha “şerê bazirganî” bi kar anî û xwe lê berda:

"Ti serkeftiyên Şerê bazirganî û gumrikê nînin. Ev li civaka navneteweyî bûye komdengiyeke giştgir.

Ev kiryarên Amerîkayê rêzikên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî bi awayekî cidî bin pê dikin.

Her wiha ziyaneke mezin didin sîstema bazirganiya pirali ya li ser bingeha rêzikan ku ev jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ne guncav e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst