Erdogan piştî 12 salan diçe Misirê: Dê bi Sisi re bicive

12-02-2024
Nîşan Erdogan Sisi Misir Tirkiye Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan diçe Misirê.

Erdogan dê bi Serokkomarê Misirê Abdulfetah Sisi re bicive.

Li gor Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan 12-13ê Sibatê diçe Îmaratê.

Erdogan dê piştî wê here Misirê ku ev 12 sal in neçûye wî welatî.

Li gorî agahiyan, dê “pêwendiyê Tirkiye û Misire” mijara sereke ya hevdîtina Erdogan û Sisi bin.

Herwiha dê şerê Îsraîl û Hemasê jî were gotubêjkirin.

Erdogan herî dawiyê Çiriya Paşîna 2012an dema serokwezîr bû çûbû Misirê.

Piştî ku Tîrmeha 2013an bi darbeyekê Mihemed Mursî ji erk hat dûrxistin û Abdulfetah Sisi hat ser deshilatê, Tirkiyeyê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ên bi Misirê re rawestandin.

Erdogan got ku ew dê bi Sisi hevdîtinan neke.

Lê belê Erdogan Çiriya Paşîna 2022yan dema Kupaya Cîhanî li Qeterê Sisi dît, wan silav da hev û her ku çû pêwendiyên her du aliyan asayî bûn.

Par jî her du welatan balyozên xwe li welatên hev erkdar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst