Li Swêdê xwepêşandana malbatên Misilman

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek malbatên Misilman ên ku li bajarê Stockholma paytexta Swêdê dijîn, ji ber ku zarokên wan ji wan tên cudakirin, xwepêşandan kirin.

Malbat dibêjin, hikûmeta Swêdê bi navê xizmetguzariyên civakî û bi hinceta ku dayîk û bavan tundûtûjî li beramber zarokên xwe bikar anîne, zarokan ji wan cuda dikin û nahêlin dayîk û bavên xwe bibînin.

Xwepêşander Zeyneb Letîf  got “Armanca me ew e ku siyasetmedar û berpirsên xizmetguzariya civakî wê yekê fam bikin ku pêdiviya van malbatan tenê bi hevkariyê ye daku bi zarokên xwe şad bibin.”

Li Swêdê, îdîayek li ser torên civakî belav bûye ku zarokên Misilman, piştî ji dayîk û bavên wan tên cudakirin, wan dibin nav malbatên ne Misilman û neçarî xwarina goştê beraz û alkolê tên kirin daku ol û kultura xwe ji bîr bikin. Wezîra Derve ya Swêdê jî vê îdîayê red dike.

Wezîra Derve ya Swêdê Anna Linda dibêje “Hemû kampanyayên dijî Swêdê xirab in û em wek hikûmet gelekî bi hişyarî dişopînin. Me ji 1ê Çile ve fermangeheke nû bi navê Berevaniya Derûnî ya Swêdê vekiriye. Me li Wezareta Derve, balyozxaneyên xwe ji rewşê agahdar kirine û zanyarî derbarê yasayên vê derê û zanyariyên ne rast ên vê kampanyayê dane balyozên welatan ên li Swêdê.”

Malbatên Misilman cudakirina zarokên xwe, weke “revandin” bi nav dikin. Wezîra Derve ya Swêdê jî dibêje, ti zarokek bêyî fermana dadgehê ji dayîk û bavên wan nehatine cudakirin. Li Swêdê kêmî 15 salî weke zarok tê hesabkirin. Li gorî Navenda PEW a Amerîkî, 10.35 milyon kes li Swêdê dijîn û nêzîka 800 hezar kes ji wan Misilman in.