Biden: Vaksîna pêwîst ji bo tevahiya xelkê Amerîkayê hatiye kirîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, heya dawiya havînê dê rêjeyeke baş a vaksîna dijî Coronayê li Amerîkayê hebe jibo ku ew bikaribe tevahiya welatiyên xwe vaksîn bikin.

Joe Biden di dema serdana bo Instîtuya Netewî ya Tendirustîyê ya Amerîkayê de li derdora Washingtonê da xuyakiri, ku hikûmeta Amerîkayê ji bo vaksînkirina xelkê girêbesta kirîna 200 milyon doz vaksînên Covid-19 ên Moderna û Pfizer re îmze kiriye.

Biden tekez kir, niha Amerîkayê têra vaksînkirina tevahiya welatiyên xwe vaksîna Coronayê heye.

Hikûmeta Amerîkayê beriya niha 400 milyon doz vaksîne Coronayê kirîbû. Bi vî awayî hejmara vaksînên ku Amerîka dikire, digihe 600 milyon dozan.

Her kesek jibo ku li hember vîrusa Coronayê parastî be, pêwîstiye wî/wê bi du dozên vaksînê heye.

Biden ragihand, armanca wan a dawî serkeftina bi ser Coronayê de ye.

Serokê Amerîkayê herwiha aşkere kir ku wan pabendbûn ji kompaniyên Pfizer û Moderna wergirtine ku meha Hezîranê, nêzîkî 600 milyon vaksîn pêşkêş bikin, wate berî mehekê ji dema ku hatibû destnîşankirin.

Biden got jî, eger heye proseya vaksînkirinê bileztir jî bibe, eger vaksîna Johnson jî moletê ji Rêveberiya Xwarin û Dermanan a Federalî (FDA) werbigire.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir, rêjeya dabeşkirina vaksîna Coronayê li ser wilayetan di heftiyekê de ji 8 milyon û 600 hezar dozan dê bigihe 10 milyon dozan di heftiyekê.

Berî niha Joe Biden soz dabû ku di 100 rojên yekem ê desthilatdariya xwe de, 100 milyon dozên vaksînê bidin xelkê û kar û gavên ber bi vê armancê ve bilez birêve diçin.

Biden bi tundî serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump rexne kir û got, wî vaksînên pêwîst ji bo proseya vaksînkirinê nekirîbûn, herwiha ti navendek jî jibo vaksînekirina federal çê nekiribû.