Frank Walter Steinmeier bû Serokê Almanyayê

12-02-2017
RÛDAW
Nîşan Almanya Serok Franks Walter Steinmeier
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê berê yê Almanya, Frank Walter Steinmeier li parlamentoya wî welatî piraniya dengan bi dest xist û weke serokê nû yê wî welatî hat hilbijartin.

 

Frank Walter Steinmeier ser bi Partiya Sosyal Demokrat e, ku hevpeymanê Partiya Yekîtiya Demokrat Krîstiyan e.

 

Steinmeier dema ku Wezîrê Derve yê Almanya bû, çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

 

Sîstema siyasî ya Almanya parlemanî ye û serok di parlamentoyê de tê hilbijartin. Dema her xûleke serokatiya jî 5 sal e.

 

Frank Walter Steinmeier piştî wê yekê xwe ji bo serokatiya Almanya kandîd kir, ku serokê berê yê Almanya Joachim Gauck, ku ji sala 2012ê ve posta serokatiya wergirtibû, amade nebû bo cara duyem xwe ji bo wê postê kandîd bike.

 

Steinmeier di yekemîn gotara xwe ya weke Serokê Almanya de ragihand, ew divê wan karan encam bidin, ku pêşeroja wan heye û da xuyakirin, ku wan ji bo çareserkirina arîşeyan wêrekî heye.

 

Steinmeier amaje bi wê yekê kir, ku wan çendîn arîşeyên dîrokî yên Almanya çareser kirine û tekez kir, di pêşerojê de jî ew dê her wisa bin.

 

Steinmeier herwiha da zanîn: “Almanya astengiyên mezin birrîne, ji berê jî gihîştiye îro ku serkevtin tê de tê dîtin”.

 

Derbarê pêwendiyên Almanya ligel welatên din de jî, serokê nû yê Almanyayê got: Almanya wêrekane biryarê dide bo çareserkirina arîşeyên herêmê, û azadî û demokrasî xalên cewherî yên karkirina me ne.

 

Frank Walter Steinmeier kî ye?

 

Di 5ê Kanûna 1956an de ji dayik bûye.

Endamê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê ye.

Ji sala 1999 ve heta 2005ê, Serokê Dîwana Şêwirmendiya Almanyayê bûye.

Ji sala 2005 ve heta 2009ê, Wezîrê Derve yê Almanya bûye.

Sala 2007 heta 2009 Cîgirê Şêwirmenda Almanya bûye.

Sala 2009 heta 2013ê Serokê Partiya Sosyal Demokrat bûye.

Sala 2013ê heta dawiya meha Kanûna 2017ê cardin Wezîrê Derve yê Almanyayê bûye.

Meha bihorî dest ji posta xwe ya wezîrtiya derve berda.

Weke Wezîrê Derve çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst