Koreya Bakûr mûşekek nû yê balîstîkî ceriband

12-02-2017
Rekar Aziz
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Koreya Bakûr Mûşek Japonya
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Koreya Bakûr li baregaha Serba Bangyon a Esmanî mûşekek nû yê balîstîkî ceriband ku ev mûek dikare 550 kîlometre dûr here. Vê ceribandinê jî di qada navdewletî de deng veda.

 

Careke din Koreya Bakûr bi ceribandina mûşekeke nû ya balîstîkî di civaka navdewletî de bû rojev.  

 

Fermandarê Operasyonên Destê Hevbeş ên Koreya Başûr Coj Dong Cin ragihand, ku Koreya Bakûr li girava Bangyon cureyekî nû yê mûşekên balîstîkî ceribandiye.

 

Cin diyar kir, ku ceribandina van mûşekan li dijî yasayên Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ye û ev ceribandin li dijî civaka navdewletî metirsiyeke mezin e.

 

Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abi jî di dema serdana xwe ya Amerîkayê de daxuyand, ku ew çavê xwe ji vê yekê re nagrin û bang li Koreya Bakûr kir, ku biryarên Civata Ewlekariyê cîbicî bike.

 

Di 15 û 20ê Mijdara 2016ê de jî Koreya Bakûr du mûşekên din ên balîstîkî ceribandibû.

 

Civaka Navdewletî li hember vê kiryarê dorpêça li ser Koreya Bakûr dişidîne. Lê rêveberiya Piyongyangê guh nade van guvaşan û berovajî zêdetir giringî dide pêşxistina van curên çekan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst