Agirê Los Angelesê venamire: 16 mirî, bi milyar dolaran zerer
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên eyaleta Californiayê hişyarî da ku tê çaverêkirin agirê li derdora bajarê Los Angelesê yê wê eyaletê li rojavayê Amerîkayê ji ber bayê reş berfirehtir bibe.
Her wiha hat ragihandin ku hejmara miriyên ji ber agir gehiştiye 16 kesan.
Ji 7ê Kanûna Paşîn a 2025an ve, tîmên agirvemirandinê li pênc navçeyên cuda yên derdora bajarê Los Angelesê rûbirûyî pênc agirê mezin bûne û li eyaleta Californiayê rewşa awarte hatiye ragihandin.
Ajansa Xizmetguzariya Keşnasiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê doh got:
"Tê pêşbînîkirin ku careke din bayê xurt li başûrê Californiayê dest pê bike û heta destpêka heftiya bê berdewam bike.
Ev jî dibe ku agirê niha berfirehtir bike û bibe sedema derketina agirên din jî."
Metisiya dizî û talanê
Polîsê Californiayê ragihand ku tîmên wan bi hevkariya Garda Neteweyî mijûlî kontrolkirina wan navçeyan in ku agirê li wan deran derketiye hatiye kontrolkirin, ev jî ji ber dizî û talanê li wan navçeyan û her wiha ji bo lêgerîna wan kesên ku heta niha winda ne.
Li gorî rayedarên Californiayê, agir bûye sedema şewitîna zêdeyî 15 hezar hektar erd û du navçeyên başûrê eyaletê ku zerareke zêde dîtine.
Ew jî navçeyên Pacific Palisades û navçeyeke giranbiha ya Los Angelesê ne ku xanî û vîlayên piraniya stêrkên Hollywoodê li wê derê ne.
Li wan navçeyan jî heta niha zêdeyî 9 hezar û 500 hektar erd şewitiye û tîmên agirvemirandinê tenê karîne ji sedî 11ê agirê wê herêmê kontrol bikin.
Agirekî din li navçeya Tetonê derketiye ku heta niha tenê ji sedî 15ê agir hatiye kontrolkirin û zêdeyî 5 hezar û 600 hektar erd şewitiye.
12 hezar xanî, avahî û otomobîl şewitîne
Rayedarên eyaletê amaje bi wê yekê didin ku heta niha 12 hezar xanî, avahî û otomobîl şewitîne û zêdeyî 180 hezar kesan malên xwe bi cih hiştine û berê xwe dane herêmên din ên bajarê Los Angelesê.
Ev agirê li başûrê eyaleta Californiayê wekî yek ji karesatên herî mezin ên xwezayî yên wê eyaletê tê dîtin û heta niha zerara agir wekî nêzîka 150 milyar dolar tê texmînkirin.