Rishi Sunak armanca êrişa li Yemenê eşkere kir

12-01-2024
Nîşan Rishi Sunak Êriş Yemen Husî Amerîka Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak da zanîn ku êrişa li Yemenê bi armanca lawazkirina Husiyan û parastina trafîka keştiyan hatiye kirin.

Brîtanya û Amerîkayê şeva borî li Sanaya paytexta Yemenê û bajarê Hudeydeyê êrişî Husiyan kir.

“Husiyan guh neda hişyariyan”

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak li ser êrişê daxuyaniyek da û got:

“Husiyan tevî hemû hişyariyên navneteweyî jî êrişên xwe yên li Deryaya Sor domandin.

Me jî ji bet vê yekê wekî karekî xweparastinê çalakiyeke pêwîst, sînordar û guncaw li dar xist.

Me ev çalakî bi armanca lawazkirina şiyana çekdarî ya Husiyan û parastina trafîka keştiyan a cîhanî kiriye.”

“Piştî êrişên Husiyan kelûpel biha bûn”

Rishi Sunak herwiha li ser êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor da zanîn:

“Piştî êrişên Husiyan kelûpel biha bûn, nabe ku ev berdewam bike.

Brîtanya tim û daîm azadiya trafîka deryayî û azadiya bazirganiyê diparêze.”

Biden: Min ferman da

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku ev êriş bi fermana wî hatiye kirin û ji êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor re bersivek e.

Joe Biden herwiha diyar kir ku Awistralya, Behreyn, Kanada û Holendayê jî di van êrişan de piştgirî daye Brîtanya û Amerîkayê.

Serokê Husiyan: Bê bersiv namînin

Serokê Husiyên Yemenê Evdilmelîk Husî jî piştî van êrişan ji televîzyona "Al Masirah"ê ya Husiyan re axivî û gef li Amerîkayê xwar ku ev êriş bê bersiv namînin.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganiyê dikin.

Piştî van êrişên Husiyan bazirganiya bi vê rêye kêm bû û rêjeya bazirganiya bi rêya Deryaya Sor meha borî ji sedî 20 daket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst