Papayê Vatîkanê bo Svetlana Kasyan: Divê em ji bo Kurdên Êzdî dua bikin

12-01-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Soparnoya Kurd Svetlana Kasyan Papayê Vatîkanê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Stranbêja operayê ya Kurd Svetlana Kasyan albûma xwe, ya ku ji bo 85 saliya jidayîkbûna Papa Franciscus tomar kiribû, û ya ku straneke Kurdî jî tê de ye, pêşkêşî wî kir. Papa spasdarî li Svetlana kir û got, “hûn ciwaniyê pêşve dibin û ciwanî me gazî ba Xwedê dike”.

Stranbêja operayê ya Kurda Rûsyayê Svetlana Kasyan albûma xwe ya bi navê Fratelli Tutti (Hemû Bira ne) hêj meha Kanûnê de şandibû Papayê Romayê. Û Papa jî ew vexwendibû Vatîkanê.

Roja 11 Çileyê Svetlna Kasyan tev hevjînê xwe Leonîd li Vatîkanê ji aliyê Papayê Romayê, Papa Francisc ve hat pêşwazîkirin.

Svetlana Kasyan ji Rûdawê re got ku “Papa gelek ji diyariya min a muzîkê hez kir, û got ku ew gelek caran li wê guhdarî dike û ez vexwendim Vatîkanê, ji bo merasima danasîna vê albûmê.”

Svetlana da zanîn, ku ‘Papa strana Kurdî ya ku min tomar kiribû jî guhdarî kir û gelek jê hez kir’.

Svetlana Kasyan naveroka hevdîtina xwe ya li gel Papa Francisc ji Rûdawê re weha vegot: “Papa got, ew dizane ku Kurdên Êzdî li Sûriyê û Iraqê rastî çewsandin û serkutkirinê tên û ew di rewşeke pir dijwar re derbas dibin. Wî got, divê em hemû ji bo Êzdiyan dua bikin, û her weha pir bi germî behsa gelê Kurd kir.”

Di hevdîtinêde Papa Francisc pirtûkek bi îmzeya xwe bi van gotinan pêşkêşî Svetlana kir: “Kîjan ciwanî dê cîhan rizgar  bike? Gelek spas, Leonid (hevjînê Svetlana, karsaz Leonid Sevastyanov) û Svetlana! Di van demên dawîn de, bi pêşvebiriba ciwaniyê re, hûn hewl didin nîşan bidin ku tenê ciwanî me gazî cem Xwedê dike. Bi silavên biratî, Francisc.”

Svetlana Kasyan îro solîsta Teatra Operaya Nû ya Moskowê ye.

Svetlana hêj sala 2017-an hêvî û xeyala xwe bo Rûdawê akere kiribû, ku dixwaze bi stranên Kurdî li pêş temaşevanên Kurdistanê hunera xwe pêşkêş bike.    

Sopranoya Kurd, beşekî soza xwe bi cî anî û di dawiya sala 2021ê de yekemîn starana xwe ya bi Kurdî belav kir.

Roja înê -14.01.2022 hûn dikakrin li ser ekranên Rûdawê li raporta taybet a li ser albûma nû ya Svetlana Kasyan temaşe bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst