Berpirsên Amerîkî: Pompeo dê îro Îranê bi hevkarîkirina Qaîdeyê tometbar bike
Hewlêr (Rûdaw) - Çend berpirsên nêzîkî Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêjin, Mike Pompeo di gotara xwe ya îro de zanyariyên nû yên istixbaratî derbarê Îranê de eşkere dike û dê Tehranê bi vehewandina serkirdeyên bilind ên grûpa çekdar a El-Qaîdeyê tometbar bike.
Biryar e îro Mike Pompeo li Kluba Rojnamevanên Niştimanî ya Washingtonê gotarekê pêşkêş bike û di vê gotara xwe de behsa Îranê bike.
Du berpirsên ku nexwestine navên xwe eşkere bikin, ji Reuterê re ragihandine Pompeo di gotara xwe de zanyariyên nû li ser kuştina Ebû Mihemed Misrî eşkere dike ku New York Times dibêje, di Tebaxa 2020an de ji aliyê kesên ser bi Îsraîlê ve li naverasta Tehranê hatiye kuştin, lê Îran kuştina serkirdeyekî Qaîde bi vî navî li welatê xwe red dike.
Ebû Mihemed Misrî wek endazyarê êrîşa ser herdu balyozxaneyên Amerîkayê li Afrîqayê di sala 1998an de tê naskirin ku bû sedema mirina zêdeyî 200 kesan. Berpirsekî din ê Amerîkî dibêje, di çend rojên pêş de cezayên nû yên Amerîkayê bo ser Îranê birê ve ne.
Pompeo di sala 2017an de dema berpirsê Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê bû, Îran bi hevkarîkirina Qaîdeyê tohmetbar kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê di çarçoveya îdareya Donald Trump de bi dirêjahiya 4 salên borî Îran kiriye armanca cezayên aborî, fermandeyên serbazî yên bilind jê kuştine, herwiha ew kompanya û welat jî hatine cezakirin ku rêya bazirganî ligel Îranê vekirî hiştine.
Lê berpirsekî berê yê istixbarata Amerîkayê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ji Reutersê re gotiye, Îran ne berî êrîşa 11ê Îlonê û ne piştî wan êrîşan jî qet ligel Qaîde nebûye dost û heval.
Peywendiyên navbera Îran û Amerîkayê ji 2018an ve piştî vekişîna Washingtonê ji rêkeftina etomî aloz bûn, Amerîka daxwaza rêkeftineke nû li şûna rêkeftina etomî dike ku wiha bike şiyana etomî ya Tehranê sînordar be, berpirsekî Amerîkî jî dibêje, berî Trump ji Koşka Spî biçe cezayên zêdetir bo ser Îranê birê ve ne.