Ruhanî lêborîn ji Ukraynayê xwest

12-01-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Ukrayna Hesen Ruhanî Vladimîr Zelenski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji ber ku balafira rêwiyan a Rêhewayên Ukraynayê xistin ji Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenski lêborîn xwest.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokatiya Ukraynayê de hat ragihandin ku Zelenskiy bi Ruhanî ri bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniyê di axaftinê de li ser mijara ji aliyî Îranê ve daxistina balafira rêwiyan a cureyê Boeîng 737 a Rêhewayên Ukraynayê sekinîn û wiha hat gotin: "Ruhanî sersaxî da gelê Ukraynayê û malbatên kesên canê xwe ji dest dane. Ruhanî ji ber trajediya ku 176 kes mirin li ser navê Îranê lêborîn xwest û bi temamî qebûl dike ku trajedî ji ber çalakiya bixeta ya welatê wî çêbûye."

Di beşeke din a daxuyaniyê hat diyarkirin ku rayedarên Îranî kesên ku di daxistina balafirê de sûcdar in dê berpirsyar bigire û Zelenskiy destnîşan kir ku divê termên welatiyên Ukraynayê yên ku di bûyerê de mirin di demek kurt de bişînin welatê wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst