Apple îsal 3 iPhone yên nû dixe bazarê

12-01-2019
RÛDAW
Nîşan Apple iPhone Model
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wall Street Journal eşkere kiriye ku Kompanyaya Apple dixwaze îsal 3 modelên nû yên iPhone bixe bazarê. Yek ji wan modelan verjîna dawî ya iPhone XR e.

 

Li gor raporta Wall Street Journal, hersê berhemên nû yên iPhone xwediyên 3 kamerayên kalîte bilind in li pişt mobailê. Kompanyaya Apple di raporta xwe ya herî dawî de ragihandibû ku bazara kompanyayê ji ber sistbûna bazara Çînê daketiye.

 

Li gor şirovekaran, îsal xistina bazarê ya 3 corên din ên iPhone hewldaneke kompanyayê ye bo bidestxistina bazara Çînê. Li gor wan zanyariyên ku di raporta Wall Street Journalê de hatine belavkirin, Kompanyaya Apple ji xeynî kamerayan, di kalîteya laytên berhemên nû de guhertin kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst