Dadgeha Bilind a Ewropayê biryara Tirkiyê rewa nedît!

Dusseldorf (Rûdaw) - Roja sêşemê bi yekdengî dadwerên Dadgeha Bilind a Ewropayê, ku bilindtirîn dadgeha Ewropayê ye, li Strasbûrgê diyar kirin ku qedexekirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di sala 2009ê de ji aliyê Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyê ve, li dijî mafên bingehîn bûye.

Dadwerên ewropî xemgîniya xwe ji ber “dijwariya biryara“ Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyê nîşan dan, ku di sala 2009ê de partî di biryareke yekcarî û bêyî mafê îtirazê qedexe kiribû. Di çavê Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyê de, DTP baskê siyasî yê PKKê bûye.

Li dijî biryara qedexeya DTPê, hevserokên partiyê yen wê demê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, herwiha heşt endamên din ên DTPê doz li pêş Dadgeha Bilind ya Ewropayê vekiribûn.

Piştî qedexeya DTPê, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatibû damezrandin.