Holendayê welatiyeke xwe ji ber Kurdên Êzidî bi ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ ceza kir
Hewlêr (Rûdaw) – Di dîroka dadgehên welatên Rojava de cara yekem e dozeke li ser Kurdên Êzidî wekî “sûcê li dijî mirovahiyê” hat qebûlkirin.
Dadgeheke bajarê Den Haagê yê Holendayê bi binavkirina “sûcê li dijî mirovahiyê” 10 sal cezayê girtîgehê li welatiyeke xwe birî.
Welatiya Holendayî bi sûcê kolekirina jineke Kurd a Êzidî 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dozger ji bo Hesna A.ya 33 salî 8 sal ceza xwestibû lê dadgeha Den Haagê ceza kêm dît û 2 salên din lê zêde kirin.
Hesna A.ya welatiya Holendayî bi eslê xwe ji Fasê ye.
Dema ku DAIŞ ava dibe bi zarokên xwe re derbasî herêmên di bin kontrola DAIŞê de dibe.
Dadgeha Den Haagê li ser çar xalên ku orîjînalên wan bi Rûdawê re ne biryar da:
“Ya yekem ew e ku jineke Êzidî kiriye kole û li Sûriyeyê kar pê daye kirin.”
3 xalên din jî wiha ne:
“Endamtiya DAIŞê, pêkanîna kiryarên terorîstî û duristkirina metirsiyê li ser jiyana zarokên xwe li herêmeke metirsîdar.”
Zarokekî astengdar ê 4 salî yê jina Holendî hebûye û bi zewaca bi çend çekdarên DAIŞê re zarokên din jî anîne dinyayê û jiyana wan jî xistiye metirsiyê.
Biryara dadgeha Holendayê dema ku cezayê jina Holendî ragihand jina Kurd a Êzidî ya ku tenê tîpa yekem a navê wê (Z.) hatiye diyarkirin jî li wir bûye.
Dema ku jina Holendî bi çekdarekî DAIŞê re dizewice, ew jina Kurd a Êzidî li cem wî bûye, wê ew di xizmeta zarokên xwe û karên din de xebitandiye.
Jina Kurd a Êzidî dayîka sê keç û kurekî bûye ku hemû jî hatine revandin.
Her sê keç jî ji dêya xwe hatine veqetandin û ew “hatine kirîn û firotin”.
“Ez li ber wê geriyam”
Li gorî zanyariyan 2 keçên wê mirine û tenê keçek û kurekî wê sax mane.
Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kir, gelek mêr û xort kuştin û bi hezaran jin û keç revandin.
Nêzîkî 300 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê koçber bûn û çûne bajarên din ên Başûrê Kurdistanê.
DAIŞ sala 2017an hat têkbirin lê heta niha jî hejmareke zêde ya xelkê Şingalê di kampan de dijîn.
Hesna A. yek ji 12 jinên Holendî bû ku Sibata 2022yan tevî 28 zarokan, ji kampeke penaberan a li Rojavayê Kurdistanê ber bi Holandayê ve hat şandin.
Ji wê demê ve ew li navendeke lênêrînê tê ragirtin û zarokên wê li navendeke lênêrîna zarokan in.
Hikûmeta Holandayê destpêkê red kir ku wê vegerîne lê dadgeheke Holendayê biryar da ku heta ew neyê vegerandin ew nikarin pêvajoya darizandin û lêpirsînê bikin.
Di dema darizandina Hesna A.yê de jina Kurd a Êzidî ji dadger re got:
“Kurekî min hebû, wan ji min stand û şand kampeke perwerdekirina DAIŞiyan.
Ez li ber wê geriyam ku telefonî kurê xwe bikim lê wê nehişt.”
Hesna A.yê îdiayên jina Kurd a Êzidî red kirin û di rûniştina meha Çiriya Pêşîn de ji dadgehê re got:
“Hevjînê min berpirsyarê Z.yê bû, ne ez. Min jiyana xwe dimeşand û min bi xwe ode pak dikir.”
Jina Holendî israr kiriye ku ew bêsûc e û dadger jî ne bawer bûye ku ew poşman bûye.
Ji ber wê wan xwest ku cezayekî tundtir bidin lê hat dîtin ku ew ji ber tiştên ku hatine serê wê û mayîna di Kampa Holê de ji aliyê derûnî ve ne baş e lewma 10 sal cezayê girtîgehê guncav hat dîtin.