Ewropayê ceza bi ser 11 kes, kompanya û saziyên Îranê de sepand

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ceza bi ser 11 kes, kompanya û saziyên Îranê de sepand.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji ber rola wan a di çêkirina dronên Îranê de ku Rûsya li dijî Ukraynayê bikar tîne, ceza bi ser 11 kes, kompanya û saziyên Îranê sepand.

Komîsyona Ewropayê ragihand, di nav wan de 6 kes, 5 kompanya û sazî hene ku di nav de CEO û cîgirê kompanyaya Sanat Esmeriyê, serokê koma zanyarên wê kompanyayê, ji kompanyaya Behristanî Kîşê ku parçeyên dronan çêdike Rêvebirê Giştî Saad Şerîf û CEOyê wê.

Herwiha di lîsta cezayan de kompanyaya Sermed Elektronîk a Sipahanê jî heye ku pisporê karûbarên firokevaniyê ye û kompanyaya Sîvanê ya ku alîkariya Feyleqa Qudsê dike di çêkirina dronan de.

Komîsyona Ewropayê diyar kir ku cezayên li dijî wan kes û kompanyayan dê ji ragirtina samanên wan ên li welatên Yekîtiya Ewropayê li xwe bigire û ew dê nikaribin biçin Ewropayê.

Komîsyona Ewropayê 12ê Kanûna Pêşîna 2022yan hemû alîkariyên leşkerî yên Îranê yên ji bo Rûsyayê şermezar kir ku di nav wan de bi taybetî dabînkirina dronan hebû.