Almanya û Îtalya welatiyan neçarî wergirtina vaksînê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya û Îtalya wergirtina vaksînê bo çend çînan dikin neçarî. Wezîrê Tendirustî yê Almanya ragihand ku armanca wan ya  sereke  parastina xelkê ji vê krîza tundirûstî ye.

Li Parlamentoya Almaniya dengdan li ser projebiryarekê hat kirin û piraniya parlamenteran piştevanî kirin. Li gor wê yasayê, divê heta meha Adara bê hemû karmandên sektora tendirustî li Almanyayê vaksînê werbigirin.  Li aliyekî din li Îtaliya polîs rêz bûn bo wergritina vaksînê ku li gor biryareke hikûmeta Îtalya ji 15ê vê mehê û şûnde wergirtina vaksînê bo hêzên polîs, leşkerên artêşa wî welatî û karmendên dibistanan dibe neçarî.

Wezîrê Tendirustî yê Almanya Karl Loterbax dibêje: “Nabe em dem ji dest bidin. Ev hikûmeta federalî gelek tişt hene ku divê wan bike, lê armanca sereke pêk tê ji parastina xelkê di vê  krîza tundirûstî de.”

Dengdan li ser projebiryarekê hat kirin û bêhtira parlamenteran palpiştiya wê kirin. Li gor wê yasayê, divê heta meha Adara bê hemû karmandên sektora tendirustî li Almanyayê vaksînê werbigirin.  Beşek ji welatiyên Almanya jî wê pêngava Almanyayê bi erênî bi nav dikin û bi nêrîna wan ev rêyeke baş e bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a  Coronayê li welatê wan.

Welatiyê Kolnê Hugo Holltuyg jî dibêje: “Min baweriyeke zêde  bi wergirtina vaksînê bi awayê neçarî heye. Ev yek bo hinek grûban gelek pêwîst e.”

Heta niha nêzîkî ji sedî 70ê xelkê Almanyayê herdu dozên vaksînê wergirtine. Lê hêj jî pêketin û mirina bi virûsê li wî welatî zêde ye. Wek mînak di 24 demjimêrên borî de zêdetir ji 33 hezar pêketî hatine tomarkirin û 282 pêketiyan jî canên xwe ji dest dane.

Li navendeke taybet a bi wergirtina vaksînê, li paytexta Îtlaya bajarê Romaya hejmareke polîsan ketin rêzê ji bo vaksînê werbigirin.

Li gor biryareke hikûmeta Îtalya ji 15ê vê mehê û şûnde wergirtina vaksînê bo hêzên polîs, leşkerên artêşa wî welatî û karmendên dibistanan dibe neçarî.

Pzîşka Îtallî Entonya Paskarêta jî got: “Hevrêyên me ji hêzên polîs têbîniya wê kirine ku yasayeke nû heye û ew yasa jî zû dikeve warê cîbicîkirinê. Niha jî em hewlên temam didin daku erkê xwe di wî warî de cîbicî bikin.”

Biryara hikûmeta Îtalya di demekê de ye ji sedî 85ê kesên di ser temenê 12 salî re li wî welatî vaksîn wergirtine, lê hêj jî nêzîkî 3.5 milyon kes ku temênê wan di navbera 30-40 heta 50 salan de ye ne amade ne ku vaksînê werbigirin.