CPJ: 293 rojnamevan hatin zîndanîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji mijarên girîng ên rojeva cîhanê parastina rojnamevanan e. Di vê derbarê de Komîteya Parastina Rojnamevanan ragihand ku îsal 293 rojnamevan li cîhanê hatine zîndanîkirin.

Li bajarê Osloyê paytexta Norwêjê jî di merasîma dabeşkirina xelata aştiyê ya Nobelê de rojnamevana Amerîkî - Filipînî, Maria Ressa û Rojnamevanê Rûsî Dimetrî Muratov, ew xelat wergirtin. Herdu rojnamevanan jî  tekeziyê li girîngiya parastina jiyana rojnamevanan li seranserî cîhanê dikin.

Wergirê Xelata Nobel a Aşitiyê Dmitry Muratov dibêje: “Di demekê de hikûmet berdewam in di başkirina rabirdûyê de, rojnamevan hewl didin siberoja me baştir bikin. Lewra  ev xelat bo temamiya rojnamevanên rastgo û rast in."

Wergirtina wê xelatê ji aliyê du rojnamevanan ve  di demekê de ye, 2021 li hejmareke zêde ya welatên cîhanê saleke xirab bû bo rojnamevanan.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje îsal 293 rojnamevan li welatên cuda ên cîhanê hatine  girtin, ev di demekê de ye sala borî ew hejmar 280 bû.

Ew rêxistina Amerîkî dibêje, îsal 50 rojnamevan li Çînê, 26 li Miyanmarê, 25 li Misrê, 23 li Vîetnamê, 19 li Belarûsê, 18 li Tirkiyê, 11 li Îranê, 4 li iraqê û 4 jî li Sûriyê hatine girtin.

Cîgirê Rêveberê Komîteya Parastina Rojnamevanan Robert Mahonî jî got: “Ev beşek bû ji arasteya desthilatên dîktator li seranserî cîhanê. Hikûmet kêmtir rojnamevaniya lêkolînê û karê wan rojnamevanan qebul dikin ku li ser genedeliyê lêkolînê dikin. Yek ji rêyên bêdendkirina rojnamevanan û şandina hişyariyê jî bo rojnamevanên din pêk tê ji zîndankirina wan.”

CPJ amaje bi wê dike, her di îsal de herî kêm 24 rojnamevan hatine kuştin, 5 kes ji wan li Hindistanê û 3 kes ji wan li Meksîkayê bûn. Li Rojhilata Naverast jî tenê yek rojnamevan hatiye kuştin ku ew jî li Lûbnanê bûye.

Ew rêxistin dibêje, 18 rojnamevanên din  di 11 mehên îsal di bûyerên ku sedema wan nediyar hatine kuştin ku bi corekê nikare bê gotin ku armancgirtina wan ji ber karê wan ê rojnamevaniyê bûye yan na.

Robert Mahonî herwiha got: “Herçend e kêmbûn di hejmara rojnamevanên ku hatine kuştin de heye, lê hêj jî hejmareke zêde ya rojnamevanan ji ber karên xwe tên kuştin. Şikestina hikûmetan di dadgehkirina bikujên rojnamevanan de şêrpeçeye bo rojnamevaniyê."

Ew rêxistin dibêje, 6 sal in bi ser hev herî kêm 250 rojnamevan tên girtin.CPJ daxwazê ji civaka navdewletî dike, pêngavên xwe zêdetir  bi armanca parastina jiyan rojnamevanan biavêje.