Dengê DAIŞê li Amerîkayê hat dadgehkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ew kesê ku gelek caran dengê wî di dîmenên vîdeoyî yên DAIŞê de dihat bihîstin û wek `dengê DAIŞê` dihat naskirin, li dadgeheke Amerîkayê li tawanên xwe mikur hat û eger heye cezayê heta hetayê zîndankirin li ser bê ferzkirin.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand, Mihemed Xelîfe yê 38 salî û welatiyê Kanadayê ku li Erebistana Siûdiyê ji dayîk bûye, li dadgeheke Amerîkayê li tawanê xwe mikur hatiye û eger heye cezayê heta hetayê zîndankirin li ser bê ferzkirin.

Mihemed Xelîfe di dawiya sala 2013an de ji Kanadayê diçe Sûriyê û li wê derê ligel DAIŞê dikeve peywendiyê, di Çileya 2019an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve di şerekî dijî DAIŞê de tê desteserkirin û sala 2021ê bo Amerîkayê tê radestkirin.

Xelîfe ku wek “Ebû Rezwanê Kanadî” dihat naskirin, di 2014an de bûye “endamekî serekî” yê şaneya propagandekirina medyayî ya DAIŞê, ew şaneya medyayî ji girtina dîmenên vîdeoyî yên propagandakirina DAIŞê berpirs bû û tê de bi herdû zimanên Ingilîzî û Erebî dîmenên şer û darvekirina rehîneyên şer pêşan dida, di nav wan de jî herdû rojnamevanên Amerîkî James Foley û Steven Sotloff ku sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve serê wan hat birîn.

Mihemed Xelîfe ji ber herdû zimanên Erebî û Îngilîzî dizanîn, dengê xwe dixist ser dîmenên vîdeoyî, yek ji wan bi navê “agirê şer” ku dijwartirîn dîmenê vîdeoyî yê DAIŞê bû di sala 2014an de û vîdeoya duyem jî di 2017an de hatibû belavkirin û dengê Xelîfe li ser bû. Herwiha guman tê kirin ku dengê Xelîfe li ser wan vîdeoyan jî hatibe danîn ku tê de daxwaz ji niştecihên Sûriyê tê kirin bên nav rêzên DAIŞê.

Di 2019an de kanaleke Kanadî di nav zîndaneke Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hevpeyvînek ligel Mihemed Xelîfe kir û têde ti poşmanbûnek li ser karên xwe pêşan neda, daxwaz jî ji desthilata Kanadayê kir daku ligel hevjîn û sê zarokên xwe vegerin wî welatî lê bi mercê li wê derê neyê dadgehkirin. Lê Kanadayê red kir ku ew werbigre û piştre Amerîkayê ji bo dadgehkirinê ew wergirt û bir Virginyayê.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê dibêje: “Mihemed Xelîfe li hemû tohmetên li ser xwe mikur hatiye, di nav de hevkariya darayî pêşkêşî komeleyeke tawanbar a terorîst kiriye ku bûye sedema kuştina bi hezarn kes.” Herwiha ragihandiye ku 15ê Nîsana 2022ê Dadgeha Amerîkayê biryarê li ser cezayê Xelîfe dide û egereke zêde heye cezayê zîndankirina heta hetayê be.