Encûmena Pîran a Amerîkayê proje budceya berevaniyê pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Pîran a Amerîkayê proje budceya berevaniyê ya sala 2021 pesend kir ku ji 740 milyar û 500 milyon dolaran pêk tê. Sepandina ceza bi ser Tirkiyê de beşek ji wê projeyê ye.

Proje budceya berevaniyê ya Amerîkayê li Encûmena Pîran (Senat) bi sê li ser çar a dengan hat pesendkirin. Ev jî dibe sedem ku Serokê Amrîkayê Donald Trump nekare yasayê veto bike ku berî niha gef xwaribû bo vetokirina wê yasayê.

Ev yasa îdareya Trump neçar dike ku siza bi ser çend kesayetên bazirganî û kompanyaya mezin a çêkirina çekan a Tirkiyê  de, bisepîne ev jî li hember kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Enqerê ve

Hevdem roja Înê, 11.12.2020, serkirdeyên Yekîtiya Ewropayî jî rizamendî li ser tundkirina ceza bi ser Enqerê de nîşan da.

Wezîrê Karûbarên Ewropayê yê Frasayê, Clemet Beaune di twîtekê de ragihandiye, “Civatê li hember kirdar û provokasyonên Tirkiyê, ceza pesend kirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî ragihand, niha YE biryar daye ku meha Adara 2021an dîsa mijiara cezakirinê bixin rojeva xwe, lê tiştek jê dernakeve.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê bang li Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê jî kir ku bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.