Encûmena Pîran a Amerîkayê biryarek li dijî Tirkiyê da

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha kirîna sîstema moşekî S-400  a Rûsî ji aliyê wî welatî ve, Komîsyona Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê deng li ser sepandina sizayan bi ser Tirkiyê de da.

Di wê dengdanê de 18 endamên komîsyonê, bi ‘erê’ bo sepandina siza bi ser Tirkiyê de deng dan û 4 kesan jî bo sepandina sizayan bo ser Tirkiyê dengê, ‘nexêr’ dan.

Qonaxa pêşerojê ya bicihkirina biryarê peywendî bi pêngavên Mitch McConnell, berpirsê piraniya Encûman Pîran heye kA gelo dê wê projeyê li encûmenê bixe dengdanê yan jî dê rabigire.

Di wê projeyê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgeriyeke mezin li ser Tirkiyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser wan berpirsên Enqerê DE ku di êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê  Kurdistanê rola wan heye. Herwiha sepandina siza bi ser aborî û pîşesaziya Tirkiyê de ji xalên girînG ên wê projeyê ne.

Proje pêşniyaza sînordarkirina pêdana vîze û miameleyên bankî jî dike ku ev jî li hember kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve.