Amerîka: Zext û fişarên li ser Îranê dê berdewam bin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigihîne ku zext û fişarên welatî wî li ser Îranê dê berdewam bikin heta ku ew welat şêwaza xwe diguhere û herwiha dibêje, “bi sepandina sizayan jî armanc rejîma Îranê ne ku xelkê sivîl.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di konferanseke rojnamevaniyê de li Washingtonê, derbarê Îranê re ragihand, tevî fişarên li ser îranê, dê wan kompaniyan sizabidin ku li gel Îranê kar dikin.

Bi gotina Pompeo, bi sepandina sizayan li ser Îranê Amerîka rejîma wî welatî armanc dike ne ku xelkê wî welatî bo ku ew rejîm bi şêweyekî sirûştî miamele bike.

Derbarê rewşa Iraqê de, Pompeo dibêje, xelkê Iraqê dixwazin welatê wan xwedî serweriya xwe be û Amerîka jî li ser rûbirûbûna terorê li Iraqê berdewam dibe.