Montenegro bi kêmtir ji 2000 serbazan endama NATO ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li goşeyekî kêmtir girîng ê cîhanê, dewleteke ciwan ava bûye ku navê wê Montenegro (Çiyayê Reş) e. Dema ku Îtaliyan ew navçe dît û çavên wan bi ‘çiyayên reş’ ket, navê wê kirin, Mongenegro, wate, ‘Çiyayê Reş’. Serdemeke dûrûdirêj, Osmaniyan hikûm li wan navçeyan kir û jê re digotin, ‘Qeredax’ ku ew jî dîsa tê wateya, ‘Çiyayê Reş’. Ajokarê ku me ji balafirxaneya Podgoricaya payetxta wî welatî me dibe bo nava bajarê, eslê xwe Albanî ye û misilman e. Dilê wî gelek bi wê navkirina Osmnaiyan xweş e û dibêje ‘her tim dema ku bixwazim Montenegroyiyên Sirbî hêrs bikim, dibêjm; Qeredaxiya serhişk’. Bi rastî jî weke ku ji dîroka Montenegroyiyan diyar dibe, bo serbixweyî û azadiya xwe her tim gelekî ‘serhişk’ e.

Montenegroyî bi zimanê xwe bo welatê xwe dibêjin, ‘Tisirna Gora’ ku heman maneya Îtalî û Osmaniyan dide. Zimanê Montenegroyî çend tîpên ciyawaz hene ji zimanê Sirbî, lêbelê bi fermî weke zimanekî ciyawaz tên naskirin. Hejmara rûniştvanên Montenegro nagihije 700 hezar kes. Artêşa wê jî bi serbaz û efseran ve nagihije 2 hezar kes. Lê ew welat endama NATOyê ye û niha dixwaze bibe endama Yekitiya Ewropayê (YE). Weke ku wergêrê me yê Montenegroyî besh kir, Her çiqas ew welat endama NATOyê ye, lêbelê her kesê li wî welatî bi wê endamtiyê dilxweş nînin. Li bîra Îrêna ye ku di heyama salên dawiya 90î, firokeyên NATOyê êriş birine ser Montenegro û xelkê wê derê kuşt û herwiha dibêje, “Birayê min ji min re digot li derve nemînin. Eger na firokeyên NATOyê dê te bikujin.” Montenegro wê demê beşek bû ji Yugoslavyayê û ew şer û êrişên ku Îrêna behs dike di çarçoveya şerê li dijî Yugoslawyayê bû.

Îrêna henaseyê hildikêşe û bêtaqetî dibêje, “Ez niha jî bi wê argumentê razî nînim ku bo razîkirina me bi endamtiya li NATOyê bê vegerandin.”

'Dijmina Rûsya'

Paşê li parlamentoya Montenegro çavê me bi Slavin Rudanovîç dikeve. Ew parlamterekî opozîsyonê ye û serokê wê komîteyê ye ku pêdaçûnê bo endamtiya wî welatî li YE dike. Rudanovîç yek ji rexnegirê tund e li wî welatî li ser endamtiya NATOyê û ji Rûdawê re dibêje, “Dema ku ew kar kirin, pirs nekirin û serkirdeyan bi xwe biryar dan. Bi vê jî em xistin beramber dostekî timî ku ew jî Rûsya ye”. Li gor Rudanovîç, desthilatdarên Montenegro ew kar bo wê yekê kirine ku welatên rojava û endamên NATOyê, “piştevaniyê bikin li gendelî û xerabîdarekirina welat û qaçaxçiyê.”

Xweparastina hevbeş

Lêbelê hikûmeta Montenegro xwedî nêrîn û argumenteke din e. Aleksander Pantovîç, Supasalarê Montenegro vê yekê bo Rûdawê, zelal dike ku bo nimûne, eger endamtoya wî welatî li NATOyê neba, Montenegroyê nedikarî asmanê xwe biparêze û herwiha gotinên xwe berdewam dike, “Pêkanîna hêza asmanî lêçûna wê zêde ye û ji destê me nedihat, lêbelê niha Îtal, Yunan ji bo me diparêzin.” Serfermandarê Montenegro derbarê hejmara kêm a serbazan jî ku çawa dikare xwe bi kêmtir ji 2000 leşkeran sînorên wî welatî yên bejahî û deryayî biparêze, dibêje, “Li cîhanê ew girîng nîne ka qebareta çend an jî hejmara te çend e. Lê ew girîng e ka çend dostên te hene.”

Serxwebûna ji Osmaniyan

Sala2009an Montenegroyê giştpirsiyek encam da û biryar da ji wê yekîtiya federalî ya li gel Sirbistanê derkeve. Berevajî Kosovayê, doza serbixwebûna Montonegroyê bêyî pirsgirêk derbas bû. Gelê Montenegro dibêjin wan serxwebûn bi dest anîn û ev yekemcar nîne ku serbixwe ne. Sal 1870 û piştî wê Montenegroyiyan li dijî dagîrkeriya Osmaniyan raperîn. Wê demê hejmara wan 300 hezar kes bû ] weke ku ew behs dikin hejmara hêza wan a partîzanî nedigihişt 4 hezar kesî, lê wê hêzê piştevaniya xelkê xwe hebû. Di heyama 2 salan de, dewleta bihêz a Osmaniyan neçar kir ku îtîrafê bi şikestina xwe bikin di wî şerî de û li Edîrneyê êrkevtinekê li gel bikin û serxwebûna Montenegro nas bikin.

Serxwebûn bes nîne

Her çend 10 sal bi ser serxwebûna Montenegro derbas bûbe jî, lê hêjarî û gendeliyê wisa kiriye ku tehma serbixwebûnê li bîra wî welatî nemîne. Li rawestgeheke trenê li paytextê komeke zilam û jinên bi temen bi henek ji me re dibêjin, “Eger hûn hatine welatê me bikirin, bi xêr bên û me jî li gel bikirin.”Ew bo me behs dikin çawa li wan hatiye xweziyê bi serdema Tîtoyê dîktaotrê Yugoslavyayê bikin. Ji ber ku weke ew dibêjin, “li serdema wî qet nebe, her kesê karê xwe, mala xwe, otomobîla xwe hebû.” Ew nîgeranî gihiştine astekê ku xelk her xwepêşandanan dikin. Di yek ji wan xwepêşandanan de, proferos û mamosteyên zanîngehan daxwaz dikirin, mûçeyên wan ji 500 euroyan bê zêdetirkirin ku bikarin pê bijîn. Min li wir Mileta Radovanîçim nas kir, sekreterê giştî yê Ûra ku navê partiya wî tê wateya pirê. Ew bo Rûdawê behsa endamtiya NATO û daxwaza bo ketina nav Yekitiya Ewropayê dike û vê yekê baş dibîne û dibêje dibe ev wisa bike ku gendelî li Montenegro kêm bibe û welatê wî bihêztir bibe. Min jê pirsî, “Nêrîna te çi ye li ser wê yekê ku xelkê Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ji destê Tirkiyê ku endama NATOyê ye, bên parastin?” û ew dibêje, “Her çiqas bo min dijwar e jî bibêjim, lêbelê ez piştevaniyê li mafên Kurdan dikim.”

Zanyariyên zêdetir derbarê Montenegro de îşev (11.12.2019) bi dema Hewlêrê demjimêr 21.30an li ser ekran û radyoya Rûdawê bi bernameyeke taybet tên belavkirin.