Nûnerê Putîn: Pêwîst e aloziya li Rojhilata Navîn derbasî Sûriyeyê nebe

Duh li 07:42
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Dansûtandinên Astanayê Sûriye Aleksander Lavrentyev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê yê ji bo Karên Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev da zanîn ku Rûsya dê hewl bide da ku aloziya li Rojhilata Navîn derbasî Sûriyeyê nebe.

Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê yê ji bo Karên Sûriyeyê Aleksander Lavrentyev, beriya civîna 22yemîn a di çarçoveya formata Astanayê ya li paytexta Qazaxistanê de, diyar kir ku Rûsya dê her tiştî bike da ku aloziya li Rojhilata Navîn neherike Sûryeyê.

Aleksander Lavrentyev da zanîn ku taybetiya vê hevdîtinê ew e ku ew li jêr rageşiyeke tund a li Rojhilata Navîn tê kirin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê got:

"Bi rastî em hez nakin û em dê hewl bidin her tiştî bikin da ku ev rûbirûbûna çekdarî û ev pevçûn sînorên xwe yên herêmî berfireh neke û li Sûriyeyê jî belav nebe."

"Em dê li ser vê mijarê jî nîqaşan bikin"

Lavrentyev her wiha da zanîn ku cîhan şahidê êrişên mûşekî yên di navbera Îran û Îsraîlê de ye û got:

"Ez difikirim ku em dê li ser vê mijarê jî nîqaşan bikin da ku di navbera van her du navendên herêmî de alozî dernekeve."

Di heman demê de Lavrentyev eşkere kir ku di van civînan de giringî dê bi gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê bê dayîn.

Hevdîtinên li ser çareseriya krîza li Sûriyeyê 11-12ê Çiriya Paşîn li Astanaya paytexta Qazakistanê pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst