Gereke din a danûstandinên Astanayê dest pê kir

Duh li 05:28
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Dansûtandinên Astanayê Krîza Sûriyeyê Rûsya Tirkiye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Astanaya paytexta Qazaxistanê, gera 22yan a Danûstandinên Astanayê dest pê kir.

Îro li Astanaya ji bo nîqaşkirina bipêşketinên li Sûriyeyê yên di warê siyasî, ewlehî û mirovî de gera 22yan a Danûstandinên Astanayê bi beşdarbûna dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiye) dest pê kir.

11 şande ji bo beşdarbûna vê gerê gihîştin Astanaya paytexta Qazaxistanê.

Şandeya danûstandinan a Hikûmeta Sûriyeyê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Derve Eymen Raad e û şandeya mixalefeta Sûriyeyê jî bi serokatiya Ehmed Toma ye.

Şandeyên welatên garantor jî beşdarî civînan dibin.

Rûsya bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê yê ji bo Karên Sûriyeyê Alexander Lavrentiev, Tirkiye bi serokatiya Midûrê Giştî yê Têkiliyên Siyasî yên Dualî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Mustafa Yurdakul, Îran jî bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê ji bo Karûbarên Taybet ên Siyasî Elî Esger Hacî tên temsîlkirin.

Nûnerên Urdin, Libnan û Îraqê û rêxistinên navneteweyî (Neteweyên Yekbûyî, Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor) jî wekî çavdêr di danûstandinan de amade ne.

Wekî ku berî niha hatibû ragihandin, 11-12 Çiriya Paşîn dê şêwirên dualî û sêalî yên şandeyan bên kirin û piştre jî dê civîneke giştî û civîna çapemeniyê ya serokên şandeyan were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst