Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Kebbiyê ya li bakurê Nîjeryayê 15 kes hatin kuştin.
Li gorî medyaya neteweyî ya Nîjeryayê, rêxistineke terorê ya bi “Lakurawa” derketiye holê.
Lakurawayê li herêma Augieyê ya eyaleta Kebbiyê êrişeke bi çekan pêk aniye.
Di vê êrişê de 15 kes hatine kuştin û gelek kes jî hatine birîndarkirin.
Dîrektorê Operasyonên Medyayê yê Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê Edward Buba berê gotibû ku li bakurê Nîjeryayê rêxistineke nû ya terorê derketiye holê.
Ev bi salan e ku Boko Haram û ISWAP li Nîjeryayê çalakiyên terorê li dar dixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse