Li Zanîngeha Amsterdamê li ser perwerdeya Kurdistanê lêkolîn tên kirin

11-11-2023
RÛDAW
Ciwan Selman bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Edullah ve tê pêşkêşkirin.
Ciwan Selman bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Edullah ve tê pêşkêşkirin.
Nîşan Ciwan Selman Perwerde Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyena Kurd Dr. Ciwan Selman ragihand ku wê li Herêma Kurdistanê li ser perwerdeya dibistana seretayî ya kesên astengdar lêkolîn kiriye û got, “Hinek encamên erênî û hinek jî neyînî derketin holê.”

Mamosteya Kurd diyar kir ku dê di demeke nêzîk de teza xwe bi zimanê Kurdî jî belav bike.

Akademîsyena Zanîngeha Amsterdamê Ciwan Selman bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Edullah ve tê pêşkêşkirin.

Di bernameyê de Ciwan Selman ragihand ku wê li ser perwerdeya dibistana seretayî ya kesên astengdar ên Herêma Kurdistanê lêkolîn kiriye.

Herêma Kurdistanê Peymana Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî îmza kir

Ciwan Selmanê got, “Bêyî ku Îraq û Herêma Kurdistanê bingeheke baş ji bo perwerdeyê çêbikin, me Peymana Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî îmza kir lê ji bo gihiştina encamekê hinekê zû ye.”

Selmana ku li Holandayê dijî diyar kir ku bingeha xebatên Holandayê yên di ware perwerdeyê de tevî ku bihêz e, wî welatî 2016an danezana Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye.

“Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên perwedeyê hene”

Ciwan Selmanê da zanîn ku di sîstema perwerdeya Herêma Kurdistanê de pirsgirgirêk hene û wiha domand:

“Min jî beşek xwendina xwe li Kurdistanê temam kiriye. Dema ez hatim Holandayê, min xwendina xwe ya lîsans û doktorayê li vir berdewam kir.

Niha jî ez ber bi profesoriyê ve diçim. Ev yek jî bû sedem ku  vegerim Holandayê û di vî warî de doktorayê bikim.”

“Di navbera dibistanên Kurdistan û Holandayê de gelek tiştên wekî hev hene”

Selmanê destnîşan kir ku li ser gelek mijarên derbarê sîstema perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê de nêrînên wan cuda ne got:

“Bi salan min lêkolînên berfireh li ser pêvajoya perwerdehiya giştî ya welat kirin. Di dawiyê de min gelek aliyên erênî û neyînî tespît kirin. Di lêkolîna xwe de, min giranî da ser perwerdeya kesên astengdar.

Me di navbera dibistanên astengdaran û perwerdeya li Herêma Kurdistanê û Holandayê de gelek tiştên wekhev dîtin. Ev encameke erênî ye.

Ji dahata petrolê, budce ji bo perwerdeyê nayê veqetandin ev tiştekê neyînî ye. Ev taybetî ji bo kesên ku gendeliyê dikin tiştekî neyînî ye.”

Dr. Ciwan Selmanê encamên erênî û neyînî yên sîstema perwerdeyê nirxandin û got:

“Anîna sîstema perwerdeya Skandînavyayê xaleke pir erênî bû. Baş e gelo beriya pêkanîna sîstema perwerdeyê, hemû prosedur hatibûn amadekirin, şert û merc ji bo vê yekê destdayî bûn?

Bê guman ji bo van bernameyan dem pêwîst bû. Wekî mînak mamosteyekî ku xwendina xwe ya lîsansê temakirî, ji bo perwerdeya taybet a bi xwendekarên xwe yên astengdar re amade ye? Yan jî şert û merc ji bo vê guncaw bûn?

Di serî de pêwîst bû ev yek hatiban sererastkirin. Ev jî xaleke neyînî ye.”

Akademîsyana Kurd herwiha da zanîn ku ew dê teza xwe ya ku wê   li ser xwendekarên astengdar amade kiriye di demeke nêzîk de belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst