Li dibistaneke Berlînê perwerdeya ziman û muzîka Kurdî tê dayîn

11-11-2023
RÛDAW
Li dibistana Adar Schuleyê perwerdeya zimanê Kurdî, muzîk, dîrok û wêjeyê tê dayîn
Li dibistana Adar Schuleyê perwerdeya zimanê Kurdî, muzîk, dîrok û wêjeyê tê dayîn
Nîşan Adar Schule Ciwan Tengezar Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê, li dibistana ku ji bo Kurdên dîasporayê hatibû vekirin perwerdeya ziman, muzîk, wêje û dîroka Kurdî tê dayîn.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ji bo bernameya Dîasporayê ya Rûdaw TVyê, li Berlînê çû dibistana taybet a Kurdî dît.

Li dibistana “Adar Schule” (Dibistana Adar) ne tenê perwerdeya zimanê Kurdî, di heman demê de perwerdeya muzîk, dîrok û wêjeya Kurdî jî tê dayîn.

Xwediyê dibistanê, muzîkjen Ciwan Tengezar ji Rûdawê re got:

“Ev çar sal bûn li Adar Schuleyê bi awayê onlîne perwerde dihat dayîn. Ew 8 sal bûn ez li cihekê wisa digeriyam. Beriya 4 salan min dît.

Hûn jî dizanin li Berlînê dîtina ciheke wisa zehmet e. Li vir kîra gelek bihane. Ev 4 sal in em li vir in.”

“Ev ciheke profesyonel e”

Xwendekarê bi navê Hurşît Hacî Sînan jî got:

“Ez ji bo fêrbûna amûrên muzîkê li vir im. Ev ciheke profesyonel e. Em di her warî de perwerdeyeke bingehîn fêr dibin.

Kesên ku nizanin li sazê bixin, ji aliyê mamoste Ciwan ve têne perwerdekirin û ji nû ve fêrî jenîna sazê dibin.”

Bi hemû hêza xwe ji bo pêşketina Kurdî dixebite

Mamoste Ciwan Tengezar bi xebatên xwe ji aliyê dîasporaya Kurdî ve gelek tê ecibandin.

 Ew di heman demê de wekî muzîkjen, stranbêj, şanoger û nivîskar jî tê nasîn û bi hemû hêz û heskirina xwe ji bo pêşketina Kurdî dixebite.

“Ji bo pêşketina Kurdî em her tişt dikin”

Ciwan Tengezar da zanîn ji bo pêşketina Kurdî çi ji destê me tê em dikin û wiha berdewam kir:

“Armanca me ya sereke fêrkirina zaravên Soranî, Kurmancî û Kirmanckî ne. Em dixwazin zaraveya Kelhurî jî bi kar bînin lê mixabin me ti kes nedît. Hevalekî min ê li Amarîkayê gotibû li vir kesekî ku bikaribe perwerdeya zimanê Kelhurî bide heye.”

“Armanca sereke fêrbûna Kurdî ye”

Mamoste Wefa Bedax ji Rûdawê re got:

“Her kursek 2 mehan berdewam dike. Carnan 20, carnan jî 25 xwedekar beşdarî kursan dibin. Carnan jî ev hejmar 40î jî derbas dike.

Metoda me ev e, armanca sereke ya beşdaran divê fêrbûna zimanê Kurdî be û divê di vê mijarê de ji dil be. Ji ber ku ez tenê yek demjimêr an jî demjimêrek û nîv bi wan re dixebitim. Divê em metodek wisa hînê wan bikin ku li malê jî bikaribin xwe pêşbixin.”

Xwendekarên biyanî jî hene

Li dibistana muzîkjen Ciwan Tengezar, ne tenê Kurd, xwendekarên ji Almanyayê, Swîsreyê, ji Îtalya û gelek deverên Ewropayê jî hene.

Bênav Mustafa jî diyar kir ku ew wekî Kurdek ji bo fêrbûna zimanê Kurdî çûye dibistanê û got:

“Min her tim ji xwe dipirsî ka çima ez bi Almanî, Îngilîzî, Spanî û Erebî dizanim lê bi Kurdî nizanim. Piştî wê ez bi hevalê xwe re li mamosteyekî geriyam.”

Em hatin dibistana mamoste Ciwan û me dest bi kursa tembûrê kir. Kurdiya wî gelek bandor li min kir û min jî biryar da ku bi wî re fêrî Kurdî bibim.”

Rojnamevan û nivîskar Salih Kevirbirî li dibistanê asta zimanê Kurdî dinirxîne.

Salih Kevirbirî diyar kir ku beriya niha wî ji navenda Almanyayê xwest ku asta perwerdeya Kurdî ya li dibistanê binirxîne lê ji ber kêmbûna hejmara kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin ev pêşniyar hatibû redkirin.

Salîh Kevirbirî li hemberî vê biryar da ku bikeve ezmûnê û niha jî asta ziman dinirxîne.

“Ji ber ku dewleta we nîne ezmûn jî nîne”

Ciwan Tengezar jî li hemberî biryara rayedaran ev tişt got:

“Ev 15 sal in ez maîl dinivîsim û dişînim. Ez dipirsim ka çima ji bo zimanê Kurdî ezmûnê çênakin. 2 caran bersiva maîlên min dan.

Di maîla yekem de ji min re got dewleta we nîne, ji ber vê sedemê jî em ezmûnê nakin. Ya duyemîn jî bazara hînbûna Kurdî nîne. Ji ber vê sedemê min li zanîngehên Almanya û Kurdistanê lêkolîn kir.

Min bi zimanzanên cuda re têkilî danî û min pirsî ka tiştekî wisa heye ku asta zimanê Kurdî diyar bike? Ji ber vê yekê min got, divê ez vê bikim û min dest pê kir."

Dibistana Adar a li Berlînê bûye navenda hevdîtinê ya mêvanên derveyî bajêr û heta Kurdên welatên Ewropayê.

Ciwan hêvî dike ku xebatên wî yên di warê pirtûk, muzîk, huner û çandê de ji siyaset û bîrdozî dûr be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst