Li Almanyayê welatiyekî Tirk ji ber sîxuriya bo Tirkiyê hat cezakirin

11-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê şoferekî Tirk ê otombîla (taksî) bazirganî bi tohmeta sîxuriya bo saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) hat cezakirin.

Li gor nûçeya DW, welatiyekî Tirk ê bi navê A.A. ku li bajarê Koln ê Almanyayê li ser navê Tirkiyê sîxurtî dikir ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Welatiyê Tirk piştî karûbarên yasayî bo Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê hat şandin. Li gor agahiyan, kesê bi navê A.A. li dadgehê tawana sîxurtiyê qebûl kir û got: “Min tenê xwest alîkariya welatê xwe bikim. Min nexwest pirsgirêkek çê bibe. Min nizanibû dê encam wiha be.”

Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê, 9 meh ceza da A.A. û ceza paş xist.

A.A. bi wêya dihat tawanbarkirin, ku navên 2 endamên “Cemaeta Gulen” û zanyarî dane kesekî bi navê Ali D. ku pêştir bi hinceta sîxurtiya bo Tirkiyê ceza wergirtibû. Ali D. di Îlona 2021ê de li bajarê Dusseldorfê li otelekê, bi tohmeta sîxurtiya bo Tirkiyê hatibû desteserkirin û di meha Hezîrana 2022ê de salek û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Di dema serdegirtinê de di odeya otelê de li cem Ali D. demançeyek û gule û zanyariyên derbarê “endamên PKKê û Cemaeta Gulen” hatibûn dîtin û dest bi ser wan de hatibû girtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst