Galeriya wêneyan

11-11-2021
28 Photos
RÛDAW

Bi hezaran koçber ji Belarûsê çûne ser sînorê Polandê û dixwazin bi rêya wî welatî, derbasî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin, taybetî jî Almanyayê.

Poland û YE, serokomarê Belarûsê bi wê yekê tometbar dikin ku “koçberan han dide û wek karteke fişarê bikar tîne” û ew dibêjin, dê cezayên nû bi ser Belarûsê de bisepînin.

Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko jî dibêje, ew dê bersiva her cezayekê bidin ku ji aliyê Ewropa ve bi ser wan de bê sepandin.

Piraniya wan koçberên ku li ser sînorê Belarûs û û Polandê asê mane, Kurd in.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, “Derdora 16-17 hezar kes in û ji wê hejmarê jî 8 hezar kes xelkê Herêma Kurdistanê ne.”

Li ser sedema koçkirina xelkê jî Cotyar Adil got, “Beşek ji wan koçberan xelkê herêmên maddeya 140 in û ji ber nebûna ewlekariyê derketine, beşek ji herêma Şêladizê ne ku ew jî ji ber bombebaran û şerê Tirkiye û PKKê û beşek din jî xelkê Helebce, Ranye û Germiyan in ku ew jî ji ber nebûna derfetên kar derketine.”

Wêne: Reşîd Amêdî/Rûdaw