Keştiya Ocean Viking 314 koçber rizgar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina SOS Mediterranee ragihand, ku keştiya wan ya rizgarkirinê ya bi navê Ocean Viking, di çar operasyonan de li nava Deryaya Spî, di dema heftiyekê de 314 koçber rizgar kirine.

Di nava wan kesên ku hatine rizgarkirin de, zêdeyî 80 jin û 50 zarokên bê dê û bav hene, 9 ji wan temenê wan di bin 5 salan re ne.

Kesên ku hatine rizgarkirin li gorî wê rêxistinê, ji Sûriyê, Bangladiş, Misir û Başûrê Sudanê ne.

Keştiya Ocean Viking ku ji aliyê Rêxistina SOS Mediterranee ve tê birêvebirin, 9 daxwazname berî niha pêşkêşî hikûmetên Îtalya, Malta û Lîbyayê kiribûn, da ku rê bide wê ku koçberan li wan welatan deyne û niha ew li benda destnîşankirina benderekê ye, daku wan koçberan li wir deyne.

Li gorî Wezareta Navxwe ya Îtalyayê, ji despêka îsal ve û heta niha, derdora 57 hezar û 306 koçber gihiştine Îtalyayê, ku du qat zêdetir ji hejmara koçberên sala borî ye.

Komisyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (UNHCR) dibêje, zêdetir ji hezar koçber ji destpêka îsal ve û heta niha, dema dixwestin xwe bighînin Ewropayê, di nava Deryaya Spî de xeniqîne.