Îsal nêzîkî 128 hezar kesan ji Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye

Dusseldorf (Rûdaw) - Rêjeya daxwaza penaberiyê li Almanya kêm bûye, lê dîsa bêhtirî kesên ku serî li mafê penaberiyê didin, ji Sûriyê, Iraq û Tirkiyê ne, piraniya wan jî Kurd in.

Eger em îsal û sala 2019 bidin ber hev emê bibînin, îsal bêhtirî ji %11 daxwaza penaberiyê li Almanya kêm bûye.

Bi derbasbûna bêhtirî milyonek penaber ji rojhilata navîn bo Ewropa salên borî, welatên Ewropî sînorên xwe bihêz kirin, xalên ewlehî û parastinê danîn ji bo rawesta derbasbûna kesên qaçax, û dergehê Balkan girtin ku bi sed hezaran penaber tê re derbas dibûn.

Welatên Ewropayê herwiha guftûgo li gel Tirkiyê kirin ji bo kêmkirina jimara penaberan û bilez kirin proseya vegerandina kesên ku daxwazên wan ên penaberiyê hatibûn red kirin .

Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê  Zinar Şîno  derbarê penaberên li Almanyayê de ev vîdeografîkek ama de kiriye.