Jean Asselborn: Fermanên Tirkiyê ne di cihê xwe de ne

11-11-2019
RÛDAW
Wezîrê Derve yê Luksemburgê dibêje Kurdan gelekî alîkariya hevpeymaniya navdewletî di şerê DAIŞê de kirin
Wezîrê Derve yê Luksemburgê dibêje Kurdan gelekî alîkariya hevpeymaniya navdewletî di şerê DAIŞê de kirin
Nîşan Jean Asselborn Luksemburg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di derbarê vegerandina çekdarên DAIŞê de ji aliyê Tirkiyê ve, Wezîrê Derve yê Luksemburgê di civîna wezîrên derve yê Yekîtiya Ewropayê de ragihand, fermanên Tirkiyê derbarê vê pirsê ne di cihê xwe de ne û baştir e ku hemahengî di navbera wan de hebe.

Di daxuyaniyeke taybet ji bo Rûdawê, Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ragihand ku divê Tirkiyê bi hemahengî ligel welatên Ewropî mijara çekdarên biyanî çareser bike û got ku Kurd di mijara şerê DAIŞê de û herwiha di girtina çekdarên biyanî de gelekî alîkar bûn.

Jean Asselborn dibêje, hevpeymaniya ku çêbûye, armanca wê jinavbirina DAIŞê bû û Kurdan jî gelekî alîkariya wan di şerê li dijî Daişê de kirin.

Asselborn got: “Hevpeymaniya çêbibû, armanca wê DAIŞ bû û divê ew kesên çûne nav wê berberiyê çareserek ji wan re bê dîtin. Kurd jî gelekî bi me re alîkar bûn. Gelek kesa jiyana xwe kirin qurbanî û ez hizra Kurdan dikim û ev jî nayê qebulkirin, bi baweriya min di vê pirsê de ne di cihê xwe de ye Tirkiyê fermanê bide, ev pirsgirêke bo asayişa Tirkiyê, asayişa navçeyê û herweha bo asayişa Ewropayê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst