Lavrov: Em dê hewl bidin Sûriye tevahiya axa xwe kontrol bike

Moskow (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya dê îsrar bike ku artêşa Sûrî bi lezgînî tevaya erdên dewleta xwe bixe bin kontrola xwe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Êrîvanê di press-konferansê de   li ser encamên hevdîtina bi hevkarê xwe yê ji Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan li ser rewşa dawî ya li Sûrî axivî.

Sergey Lavrov diyar kir ku ew ew dê îsrar bikin ku artêşa Sûrî  pir bi bilez û di zûtirîn demê de tevaya erdên dewleta xwe kontrol bike û got: “Tenê ev yek dikare dawiyeke pêbawer  li terorîzmê bîne û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên girêdayî bi proseya sîyasî bibe alîkar.”

Lavrov herwiha ragihand ku mayîna Amerîkayê li Sûriyê û hewldana bo kontrolkirina zeviyên petrolê derqanûnî ye û ew hewl ti alîkariyê bo çareserkirina krîza Sûriyê nake.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di heman demê de hebûna hêzên Amerîkî li rojhilatê Feratê weke gef û metirsiyekê nîşan da.