Qibris: Emê çek û fîşekan bidin pêşmerge

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Qibrisê ragihand, dibe ku hikûmeta welatê wî rêjeyeke zêdetir a çekên sivik û guleyan ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.

 

Wezîrê Derve yê Qubrisê Liwanîs Kasulîdîs ragihand, ku ew çek û guleyên ku pêwîstiya hikûmeta welatê wî pê nemane, dibe ku ji pêşmerge re bişînin daku di şerê li dijî DAIŞê de bikar bînin.

 

Kasulîdîs got, ku heya niha hikûmeta Qubrisê 2 karwanên çekên sivik ji curê Zastava yên Sirbî û guleyên çekan ji Hêzên Pêşmerge re şandine û diyar kir, ku ew çek bi riya Amerîkayê gihiştine destê pêşmerge.

 

Wezîrê Derve yê Qibrisê da xuyakirin, ku welatê wî piştgîriya yekparçeya axa Iraqê dike û alîkariyên ji pêşmerge re têne şandin jî bi şêwira li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dibe.

 

Kasulîdîs herwiha got, welatê wî çekên sivik ji hêzên serbazî yên Lubnan û Urdinê jî re şandine.