Putin û Pizîşkiyan li hev civiyan

23 xulek berê
Nîşan Putin Mesûd Pizîşkiyan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li hev civiyan.

Hevdîtin li Aşkabata paytexta Turkmenistanê hat kirin û saetekê ajot.

Putin da zanîn, “Pêwendiyên Rûsya û Îranê stratejîk û ji dil in” û berdewam kir:

“Pêwendiyên me yên bi Îranê re ji bo me li pêş in û bi awayekî baş bi pêş dikevin.

Em dibînin ku îsal qebareya me ya bazirganiyê zêde dibe.”

Vladimir Putin amaje pê kir ku her du welat di mijarên navneteweyî de xebatên hevpar û aktîv dimeşînin û got ku Tehran û Moskow li ser bûyerên cîhanî xwediyên fikrên nêzîk in.

Putin, Serokkomarê Îranê vexwend Moskowê û wî jî ev dawet qebûl kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst