Xelk ji Libnanê koç dike: ‘UNHCR dikare çavdêriyê bike’

12 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Nîşan UNHCR Libnan Sûriye Koçber
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzîkî 300 hezar kesî ji ber şerê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûne.

Mijara ku ew dê li Sûriyeyê li kû werin bicihkirin û rêya ku bi kar dînin çi qas ewle ye.

Ji ber ku raporên NYyê yên li ser Sûriyeyê dibêjin Sûriye ji bo vegerandina penaberên xwe bixwe jî ne ewle ye.

Komîsyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberan (UNHCR) li ser ewlehiya ku dê pêşkeşî penaberan bikin bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr da.

“UNHCR dikare çavdêriyê bike”

Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya Libnanê Îmran Riza anî ziman:

“Hem Libnanî û hem jî Sûriyeyî ji sînor derbas dibin ku zêdetir Sûriyeyî ne.

Em çavdêrî dikin ku astengî dernekevin pêşiya wan.

Em dizanin 2 meseleyên krîtîk hene, yek li ser sînor e ku ji bo hêsankirina derbasbûna wan hatiye kirin û ya duyem jî ew e UNHCR xwedî derfeteke baş e ku dikare çavdêriyê bike.”

Li aliyê din, Cigîrê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di konferanseke rojnamegeriyê de diyar kir ku penaberên ji Libnanê derbasî Sûriyeyê dibin peyatî diçin.

Ji ber ku rê hemû hatine bombebarankirin û bangî civata navneteweyî kir ku alîkariyeke madî ya zêdetir were şandin.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Haq got:

“Deriyê sereke yê sînorî yê di navbera Sûriye û Libnanê de ji bo otomobîlan nikare were bikaranîn.

Ji ber ku êrişên asmanî bandoreke gelekî cidî li mirovên ku li Libnanê ji ber pevçûnan koç dikin dike.

Mirov niha bi peyatî rêyên direj derbas dikin.”

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî rojên dawî ji ber sedema şerê di navbera Hizbulah û Îsraîlê 1,2 milyon kesî koç kiriye.

Her wiha li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin ji ber ku raporên NYyê herêmên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê ji bo penaberan ewle nabîne bi hezaran koçber li Rojava û Başûrê Kurdistanê tên bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst