Çekdaran êrişî kaneke komirê kir: 20 karker hatin kuştin!

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pakistan Belûçistan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Pakistanê ragihand ku di êrişeke li ser kana komirê ya li eyaleta Belûçistana Pakîstanê de herî kêm 20 karker mirine.

Berdevkê Polîsê bajarê Dûkê ya eyaleta Belûçistanê Asim Şafî ragihand, saet 00:30î (bi dema Hewlêrê 22:30) 40 çekdarî êrişî karkerên kaneke komirê kir.

Asim Şafî diyar kir ku “ew bi RPG û bombe bûn û çend çekên din jî bi wan re hebûn.”

Berdevkê Polîs da zanîn ku êrişkaran di tarîka şevê de şopa xwe da windakirin û reviyan.

Rayedarên Pakistanê ti agahiyên din li ser êrişkaran eşkere nekirine.

Belûçistan yek ji herêmên Pakistanê ye, ji hêla çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e lê yek ji herêmên herî xizan ên Pakistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst