Biden: Washington amade ye piştgiriya leşkerî bide Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amarîkayê Joe Biden ragihand ku welatî wî amade ye li dijî Hemasê, piştgiriyeke zêdetir a leşkerî bide Îsraîlê.”

Serokê Amarîkayê Joe Biden li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist û behsa şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de kir.

Biden got, “Hemas endamên malbatan qetil dike, tecawuzî jinan dike, zarokan dikuje û gelek wehşetên wekî vê pêk tîne.”

Biden da zanîn ku ji aliyê çekdarên Hemasê ve herî kêm 14 welatiyên Amarîkayê hatine kuştin û hinek jî hatine revandin.

Biden tekez kir ku ji bo ku Îsraîl xwe biparêze piştgirî û alîkariya wan a ku hewce dike, dê berdewam bike.

Serokê Amerîkayê di heman demê de hikûmeta Îranê ku piştgiriyê dide Filistînê hişyar kir û got:

“Ji bo hemû aliyên xwe tevlî bûyerê dikin, dê Îsraîl ji bo wan tenê gotina ‘neke’ bi bar bîne.”

Balafira ewil a Amerîkayê gihîşt Îsraîlê

Li aliyê din Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafira ewil ya Amerîkayê ku cebilxaneya pêşketî tê de ye, gihîştiye wî welatî.

Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xa medyaya civakî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin balafira ku "cebilxaneya pêşketî" tê de bû bi şev li başûrê Îsraîlê danî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin cebilxane bi kêrî êrişên mezin tê û ji bo senaryoyên din amadehî ye û wiha hat gotin:

"Di vê heyama dijwar de bi taybetî ji ber ku Amerîka destekê dide artêşa Îsraîlê û dewleta Îsraîlê em minetdar in."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dê biçe Îsraîlê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser hesabê xwe Xê ragihand ku dê sibê here Îsraîlê.

Blînken got, "Ji bo rewşa qadê ya hevpara me Îsraîlê li cih bibînim û ragihînim em piştevaniya dikin, sibê ez dê herim Îsraîlê. Piştevaniya me ya bo Îsraîlê bi awayî bihêz berdewam dike."

Berdevkê Wezareta Karên Derve Matthew Miller jî da zanîn ku ev serdan ji bo "piştgirî û alîkariyê" ye.