Mike Pompeo: Divê Tirkiye êrişa xwe rawestîne

12-10-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku wan piştevaniyeke mezin dane Kurdan û got ku divê Tirkiye êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku rêveberiya Donald Trump ne tenê li Sûriyê, li Iraq û cihên din ên cîhanê jî piştevaniyeke mezin da Kurdan.

Mike Pompeo ji medya welatê xwe re ragtihand ku îdareya Donald Trump li gel Kurdan kar kir, ne tenê li Sûriyê, li Iraq û cihên din ên cîhanê jî.

Wezîrê Derve yê Amerkayê aşkere kir ku wan piştevaniyeke mezin daye Kurdan û derfet ava kirine ku Kurd ji destê DAIŞ û terorîzma îslamî êş nekişînin.

Mike Pompeo amaje bi wê jî kir ku ew hewl didin Tirkiyê razî bikin ku êriş guncaw nîne û dibêje, “Serok Trump bi awayekî zelal bi rêya Wezareta Derve ji Tirkiyê re gotiye, Tirkiye û Serok Erdogan bacake rasterast didin eger li ser vê rêyê berdewm bin.

Roja Çarşemê (09.10.2019) Artêşa Tirkiyê li gel çekdarên opozîsyona Sûriyê, êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.

Heta niha di encama bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê de hejmareke xelkê sivîl bûne qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst