Pûtîn: Dibe ku çekdarên DAIŞê yên girtî birevin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Valdîmîr Putîn, derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da û ragihand, “Dibe ku ew çekdarên girtî, birevin.”

Serokê Rûsyayê Valdîmîr Putîn li Aşkabata paytexta Tirkmenistanê, derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Serokê Rûsyayê ragihand ku li gor îstîxbarata rûsî, li wê devera ku êriş li ser e, hemwelatiyên komarên berê yên Yekitiya Sowyetê jî di nav de, bi hezaran çekdarên DAIŞê yên girtî hene.

Vladîmîr Putîn got, “Ew çekdarên DAIŞê yên dîl hatine girtin, dibe encama operasyona Tirkiyê ya bo ser Sûriyê de, birevin, ez derbarê kontrolkirina vê rewşê ji aliyê Enqerê ve ne piştrast im.”

Putîn bibîr xist ku li bakurê Sûriyê kampên ku çekdarên DAIŞê lê hatine komkirin hene û di bin kontrola Kurdan de ne û diyar kir, “Niha jî artêşa Tirkiyê dikeve wan deveran. Kurd jî wan kampan berdidin. Di encama vê yekê de jî dibe DAIŞî birevin.”

Serokê Rûsyayê herwiha ragihand ku ji bo kontrolkirina vê gefa nû divê ew saziyên îstîxbaretê seferber bikin û got, “Eger DAIŞî birevin, dê berê xwe bidin ku derê, dê ji axa Tirkiyê an jî li ser axa Sûriyê di deverên be di bin kontrola ti kesî de derbas bibin an jî dê ji nav axa welatên din derbas bibin? Ji bo ku em van hemûyan têbigihijin û bizanin, divê em çavkaniyên saziyên îstîxbaretê bikar bînin.”

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn roja destpêkirina êrişa bo ser Rojava, 9ê Cotmehê peywendiyeke telefonî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan encam da û jê daxwaz kiribû ku ji bo ew operasyon ziyanê negihîne hewldanên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, ew rewşê baş nîqaş bikin.