Di navbera Harris û Trump de nîqaşeke germ: Kê çi got?

11-09-2024
Nîşan Donald Trump Kamala Harris Nîqaş Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kamala Harris û Donald Trump di dîbeytekê de hatin pêşberî hev.

Li Amerîkayê dê hilbijartinên serokatiyê 5ê Çiriya Paşîn a 2024an werin kirin.

Bajarê Philadelphiayê yê eyaleta Pensilvanyayê bû dika gengeşeyek gur û cuda.

Namzeda Demokratan Kamala Harris û Namzedê Komarparêzan Donald Trump di gengeşeyeke televîzyonê de hatin pêşberî hev.

Kamala Harris û Donald Trump destpêkê rahişt destê hev, ev ji sala 2016an ve cara ewil e ku du namzedên serokatiya Amerîkayê destpêka gengeşeyê destê hev bihejînin.

Mijara Xezeyê

Di beşa nîqaşa li ser Xezeyê de her du aliyan bi awayekî eşkere piştgirî da Îsraîlê.

Kamala Harrisê diyar kir, ew dê piştgiriya ku didin Îsraîlê bidomînin û got ku divê dîl werin berdan û agirbest were ragihandin.

Harrisê behsa çareseriyeke “dudewletî” kir û got:

“Divê em çareseriyeke dudewletî bibînin. Divê ewlehî ji bo her du aliyan jî hebe.

Divê di vê çareseriyê de Xeze ji nû ve were avakirin û Filistînî karibin li ser rûmet û paşeroja xwe biryarê bidin.

Lê ez we piştrast dikim ku ez dê tim Îsraîlê biparêzim.”

Donald Trump got ku, “Hîletê Harrisê ji Îsraîlê diçe” û li pey çû:

“Eger ez serok bûma vî şerê li Xezeyê dest pê nedikir. Eger ez serok bûma Rûsyayê êrişî Ukraynayê nedikir.

Eger Harris bibe serok dê Îsraîl di nava du salan de ji holê rabe.”

Trump got ku birêveberiya Joe Biden 300 milyar dolar dane Îranê û Îranê jî ev pere dane rêxistinên wekî Hemas û Hizbulahê.

Aborî

Namzeda Demokratan diyar kir ku aboriya Amerîkayê li gorî 4 sal berê gelekî çêtir e.

Harrisê got, “Plana Trump ew e ku bacên milyarderan û şirketên mezin kêm bike” û da zanîn ku ew dê piştgiriyê bidin şirketên biçûk, kesên ku cara ewil xaniyekî bikirin û dê û bavan.

Trump: Koçber kûçik û pisîkan dixwin

Donald Trump jî got, “Aboriya Amerîkayê di rewşeke kambax de ye” û amaje pê kir ku sedema vê ya sereke koçberên neyasayî ne û li ser koçberan got:

“Li Sprinfieldê kûçikan dixwin, mirovên ku tên welatê me pisîkan dixwin. Ajelên kedî yên xelkê me dixwin.”

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Trump li ser şerê Rûsya û Ukraynayê got, “Ez dixwazim şer raweste, min divê jiyana mirovan rizgar bikim. Bi milyonan mirov dimirin.

Hejmarên rast ji wan xeberên derew ên ku em dibihîzin gelekî xerabtir in.”

Donald Trump destnîşan kir ku pêwendiyên wî hem bi Putin û hem jî bi Zelenski re baş in û li pey çû:

“Li gorî min, berjewendiya herî mezin a Amerîkayê di xelasbûna şer de ye çimkî divê em êdî dawiyekê li mirina bi milyonan mirovan bînin.”

Harris: Min gotibû dê ev heval gelek derewan bike

Harrisê pirsa “We bi Putinê Serokê Rûsyayê re hevdîtineke rasterast kir?” wiha bersivand:

“Min destpêka gengeşeyê gotibû ku hûn dê gelek derewên vî hevalî bibihîzin. Ev jî yek ji wan e.”

Kamala Harrisê li ser îdiaya Trump a ku “wê bi Putin re hevdîtin kiriye” got:

“Min bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski re hinek hevdîtin kirin. Pêdiviya me bi lîderekî heye ku norm û rêzikên navneteweyî diparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst