Di hefteyekê de 736 koçber ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûn

Dusseldorf (Rûdaw) - Di hefteyekê de 736 koçber bi awayekî neqanûnî ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku di navbera 1-7ê Tebaxê de bi rêya Kanala Îngilîzî 736 koçber bi 15 qeyikan ji Fransayê gihîştine aliyê din ê avê.

Lê dîsa jî hejmareke mezin a koçberan nikarîbûn xwe bigihînin Brîtanyayê û li Fransayê man.

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku hewldanên çêkirina hêzeke nû ji bo parastina sînoran didomin û niha di qonaxa damezrandin û peydakirina karmendên jêhatî ji bo wê hêza nû de ne.

Wekî di hûrkariyên pêkanîna wê hêzê de ku Hikûmeta Brîtanyayê belav kiriye, diyar dibe dê hêzeke mîna hêzên dijî terorê xwedî perwerde û çekên baş be.

Erka vê hêza nû jî dê ew be ku rê li ber koçberan bigire û nehêle koçber bi rêya avê derbasî Brîtanyayê bibin.