Japonyayê mafê penaberiyê da Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê

11-08-2022
RÛDAW
Nîşan Japonya Mafê Penaberiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Japonyaya ku di qebûlkirina penaberan de xwedî naveke gelekî xirab e û ji ber ku rênimayiyên gelekî tund sepandiye tê rexnekirin, cara yekem e ku mafê penaberiyê da Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê.

Parêzerê Kurdê ji Bakurê Kurdistanê ku navê wî nehate eşkerekirin, Koji Yamada di daxuyaniyekê de ragihand ku Daîreya Karûbarên Koçberiyê ya Herêma Sapporo bi biryara 28ê Tîrmehê Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê weke penaber nas kiriye.

Koçberê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ku di sala 2014an de çû Japonyayê, heman salê daxwaza penaberiyê kir lê piştî 4 salan hat redkirin.

Koçberê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê di sala 2019an de ji bo betalkirina biryarê doz vekiribû. Tevî ku Dadgeha Herêmî ya Sapporo doz betal kir jî, Dadgeha Bilind a Sapporoyê di meha Gulanê de biryar da ku şandina kesê "ku tê îdiakirin ji aliyê leşkeran û yên din ve hatiye îşkencekirin" ji ber ku "ji bo endamên komên cudaxwaz ên li Tirkiyê erzaq dabîn kiriye" dê metirsiya zilmê li ser durist bike. Ji ber ku Tokyo îtîraz nekir, biryar hate qebûlkirin.

"Min hest kir ku hêza min nema"

Çavkaniyeke ji hikûmetê meha borî diyar kiribû ku ew xwe amade dike ku mafê penaberiyê werbigire.

Penaberê Kurd bi rêya parêzerê xwe daxuyanî da û got, “Min hest kir ku di vî şerê dirêj de hema bêje hemû hêza min nema. Ez hêvî dikim ev edaleta ku hat dayîn hêviyê bide kesên din.”

Ji bo Japonya gaveke mezin

Parêzer Yamada teqez kir ku ev biryar "gaveke pir mezin" e ji bo Japonyayê ku xwedî navekî xirab e di warê mafê penaberiyê de.

Li aliyê din, li gorî Tora Parêzerên Penaberan ên Japonyayê, her çend hin rewşên ku Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê û ji Rojhilatê Kurdistanê li Japonyayê wek penaber hatibin qebûlkirin jî lê ev maf dê cara yekem e ji bo welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê were dayîn.

Japonyaya ku ev demeke dirêj e ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî ve ji ber polîtîkaya xwe ya penaberan tê rexnekirin, di dayîna mafê penaberan de hîn jî tund e.

Japonyaya ku par bi giştî 74 penaber qebûl kirin, tenê ji sedî 1ê serlêdanan qebûl dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst