Sê malbatên Zaxoyî li ser sînorê Belarûs-Lîtwanya asê mane

Hewlêr (Rûdaw) – Sê malbatên ji navçeya Zaxo du roj in li ser sînorê di navbera sînorê Belarûs û Lîtwanya bêyî av û xwarin asê mane.

Sê malbatên xelkê  Zaxo berî berî 15 rojan  bi rêya firokexaneya Bexdayê çûne Belarûsê bi armanca ku xwe bigihînin Ewropa, lê niha li ser sînorê di navbera sînorê Belarûs û Lîtwanya asê mane.

Welatiya bi navê Şîlan Reşîd ku xelka Zaxo ye ji Rûdawê re ragihand ku du birayên wê ligel meta wê mane asê li ser sînorê di navbera sînorê Belarûs û Lîtwanya asê mane û ne rê bo wan tê dayîn herin Belarûsê û ne jî biçin Lîtwanyayê.

Şîlan Reşîd diyar kir ku kesûkarên wa ev di roj in li ser wî sînorî bê av û xwarin mane  û zarokên bi şîr jî ligel wan hene.

Bi gotina Şîlan Reşîd, birayê wê yê bi navê Cîhad Reşîd ê 38 salî lilgel hevjîn û çar zarokên xwe û birayê wê Nihad Reşîd ê 35 salî û du keçên xwe û meta wan Huzan Mihemed  a 28 salî ligel du zarokê xwe bi hev re bûne.

Şîlan Reşîd herwiha da zanîn ku berî sê rojan jin û zarokên wa birînê zîndana Lîtwanyayê û zilamn hiştine li ser sînor.

Her bi gotina Şîlan Reşîd ew dixwazin vegerin Kurdistanê lêbelê ti rêyek bi wan nehat dan ku vegerin û polîsên herdu welatan jî ti serederiyeke mriovane ligel wan nakin.

Bi rêya Rûdawê Şîlan Reşîd daxwazê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dike ku ji birayên wê û meta wê re bibin alîkar

Roja 6ê Tebaxê, Berpirsa Ofîsa Lîtwanya ya Rêxistina Koça Navdewletî, Jovita Sandaite ji Rûdawê re gotibû, zêdetir ji 4000 koçberan ji Belarusê ve çûne Lîtwanyayê ku zêdetirî 2,700 kes ji wan koçberên Iraqî ne.

Lîtwanya dibêje, derbasbûna rêjeyeke wiha zêde ya koçberan ji sînorê Belarusê bo nav axa wî welatî, bizavek siyasî ye ku koçberan wek karteke zextê li dijî Yekîtiya Ewropayê bikar tîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê Mantas Adomenas roja Pêncşemê ji Rûdawê re got, cîranê wan, Belarus koçberan ber bi Lîtwanya ve dişîne da ku zextê li YE bike da ku cezayên li ser wî welatî bên rakirin.