Li Almanyayê kesên ku derzî li xwe nedabin têne sînordarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê kesên ku derziya li dijî coronayê li xwe nedabin, nikarin bi hêsanî biçin cîhên giştî.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel li gel serokwezîrên 16 herêmên Almanyayê bi awayekî online civiya û di wê civînê de biryar hat dayîn ku kesên derziya Coronayê li xwe neda bin, dê li cîhên giştî rastî tedbîrên tund ên coronayê bên û kesên ku derzî jî li xwe dabin, dikarin piştî 23ê Tebaxa îsal jiyana xwe bi awayekî asayî bidomînin.

Angela Merkel piştî wê civînê ragihand ku %55.1 a xelkê Elmanyayê derziya Coronayê li xwe dane, lê ji bo beşê mayî divê her tedbîr bêne wergirtin.

Merkel got jî, li welatê wan ji bo her kesekî derfeta xwe derzîkirinê heye, lewra heya ku derziya Coronayê bandora xwe li tevahiya xelkê dike, divê tedbîr berdewam bin.

Li gorî biryarên wê civînê, her kesê ku derzî li xwe nedabe û biçe cîhên giştî û girtî, divê testa Coronayê jê re bê kirin. Lewra dema ku kesek biçe nexweşxane, xwaringeh, perestgeh, dawet, civîn, kuafor, holên werzişê û melevangehan, divê belgeya xwe ya derziya Coronayê nîşan bide, eger na divê testa Coronayê jê re bê kirin.