Peymana di navbera Amerîka û Talîban de nakok e

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku asta tundûtûjiya ku Talîban li Efxanistanê çêkiriye bi peymana di navbera Amerîka û rêxistinê de nakok e.

Ned Price di brîfînga xwe ya rojnamevanî ya rojane de rewşa dawîn a Efxanistanê nirxand.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku ew ji nêzîk ve pêşkeftina Talîban dişopînin û  ew ji nêz ve bi rewşa herî dawî ya li Efxanistanê re têkildar dibin.

Herwiha Price diyar kir ku Amerîka hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê aborî ve alîkariyên mezin daye Efxanistanê.

Li aliyê di derbarê pêşdeçûna bilez a Talîban û mirina sivîlan de jî Price got “Bêguman asta tundiyê ya li Efxanistanê, peyvên di peymana ku Talîban bi Amerîkayê re kiriye hev nagirin.”