Erdogan piştî civîna ligel Biden: Em proseyeke nû didin destpêkirin

11-07-2023
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Recep Tayyîp Erdogan NATO Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden got: “Ez di wê bawerê de me di çarçoveya mekanîzamaya stratejîk de êdî dor hatiye gotûbêjên di asta serokan de. Ez vê hevdîtina di asta NATOyê de wek pêngava yekem a vê proseyê dibînim.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku di çarçoveya lûtkeya NATOyê de li Vilinus a paytexta Lîtvanyayê ye, roja Sêşemê 11ê Hezîrana 2023an ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden civiya.

Erdogan di civînê de ji ber pîrozbahiyên serkeftina wî ya di hilbijartina 28ê Gulanê de spasiya Biden kir û got “Ez di wê bawerê de me di çarçoveya mekanîzamaya stratejîk de êdî dor hatiye gotûbêjên di asta serokan de. Ez vê hevdîtina di asta NATOyê de wek pêngava yekem a vê proseyê dibînim. Hevdîtinên me yên berî niha wek turên xwegermkirinê bûn lê em niha proseyeke nû didin destpêkirin.”

Serokkomarê Tirkiyê ji Serokê Amerîkayê re got: “Belê ji bo min ev proseyeke 5 salî ye, niha li cem we amadekariyên hilbijartinê hene. Ez ligel van amadekariyên hilbijartinê ji niha ve bo we serkeftinê dixwazim.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî kêfxweşiya xwe ji biryara pesendkirina endamtiya NATOyê ya ji aliyê Tirkiyê ve anî ziman û li ser dîplomasiya derbarê Swêdê de hatiye meşandin spasiya Erdogan kir.

Biden lûtkeya NATOyê wek pêngavek dîrokî bi nav kir û sozên xwe yên derbarê bihêzkirina berevaniya wê hevpeymaniyê de dûbarekirin.

Di hevdîtina Erdogan a ligel Biden de şandeke Tirkiyê ku ji Wezîrê Derve, Wezîrê Berevaniyê, Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT), Serokê Ragihandina Serokkomariyê û çend berpirsên din pêkdihat jî beşdar bû. Lûtkeya NATOyê roja Çarşemê jî li Vilînûsa paytexta Lîtvanyayê berdewam dike û biryar e Serokkomarê Tirkiyê ligel çend serkirde û serokên welatên cîhanê civînan pêkbîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst