Li Nemsayê du ciwanên Kurd diploma di warê civakî de bidest xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nemsayê du ciwanên Rojavayê Kurdistanê diploma di warê civakî de bidest xistin.

Li bajarê Lînz ê Nemsa du xwendeavnên Kurd di karê alîkarî, rêberiya civakî û gelek xizmetguzariyên cuda de diploma wergirtin.

Li Zanîngeha Lînzê 37 xwendevan derçûn, di nav wan de 2 xwendevanên Kurdên Rojavayê Kurdistanê hebûn, yek ji wan Xaliye Ebas Hiso ye  û yê din jî Rêzan Xelîl bûn.

 Xaliye Ebas Hiso ji bajarokê Tirbe Spiyê ye û 13 salin li Nemsayê dijî, wê him xwendina xwe dikir û him jî  li gel rêxistina Diakonie ya xêrxwazî kar dike.

Rêzan Xelîl ji bajarê Hesekê ye, ew jî li heman rêxistinê kar dike û wî jî diploma di warê civakî de ji Zanîngeha Lînzê bidest xistiye.

Karê Xaliye û Rêzan piştî wergirtina wê diplomeyê dê pêşkêşkirina şêwirmendî herwiha çareserkirina pisrgirêkên civakî yên kesên 18 salî, li gel  pirsgirêkên civakî yên di nava malbatê de be.